MEHMET ZAHIT EKINCI
HAMBURG

 

Li bajarê Elmanyayê Hamburgê, MIG-ZENTRUMʼê (Verein der Kulturellen Medialen Kommunikation Stelle der Migration e.V) kar û barên çandî û hunerî dike. Wê kursên tembûr û gîtarê dane destpêkirin û niha elaqeyeke mezin ji van dersan re heye.
Li komeleya MIG-Zentrum a li Langenfelder str. 58’ê, wekî din dersên şêwekarî, dîksiyonê tên dayîn xebatên atolyeya şiirê, alîkariya bi dersan re, xebatên koroyê jî hene. Yekşeman saet 14.00’an kursa tembûrê, saet 17.00’an kursa gîtarê heye. Hunermendê bi tecrûbe Jiyan Arjîn van dersan dide. Şemiyan saet 12.00’an jî dersa şewekariyê heye. Li komeleyê sêşeman saet 17.00’an alîkariya bi dersan re ji bo dersên matematîk, Elmanî, Ingilîzî û Spanî heye. Înan saet 18.30ʼî de jî xebatên koroyê yên komeleyê bi rê ve diçin. Ji bilî van atolyeyên şiirê û dersên dîksiyonê jî li komeleyê tên dayîn.
Hunermend Jiyan Arjîn ji bo dersên gîtar û tembûrê dibêje, xelkê li Hamburgê elaqeyeke mezin nîşan dide û wiha dipeyive: “Rêveberên MIG-ZENTRUMʼê gava ji min pirsîn ka ez dikarim dersên bi vî rengê bidim, min bi dilxweşî qebûl kir. Ez hem pratîk û hem jî teorîk dersên gîtar û tembûrê didim. Hewayeke xweş heye. Di her du kursan de jî 15 ta 20 kursiyeran beşdar in. Ji bilî vê kî bixwaze, em dersên taybet jî didin. Heger daxwaz zêdetir bibe, em dikarin kurseke duyem jî vekin. Saziyên li Hamburgê xebatên çandî û hunerî dikin, divê ji bo kursên bi vî awayî bêhtir demê veqetînin. Ez yeqîn dikim, xebatên li MIG-ZENTRUMʼê valahiyeke mezin dagirtine.”

Em ji kursan razî ne

Beşdarên kursa gîtarê jî ji dersan razî ne.
Alev Balkiz dibêje, “Min zaroka xwe li vir mezin kir. Gava kursên Mamoste Jiyan li vir dest pê kirin, min jî xwe lê qeyd kir. Gelekî berdar e. Mamoste jî ji bo em hîn bibin çi lazim e, dike. Ez tevlî xebatên koroyê jî dibim.”
Evrîm Deger jî dibêje, “Ez bi beşdariya li kursê gelekî şa me. Ez hez dikim paşê zarokên min jî bikevin kursên bi vî rengî. Gava radihêjim gîtarê û hewl didim hîn bibim, ez gelekî şa dibim.”
Hêlîn Anil li ser pêşniyaza bavê xwe hatiye dersê: ‘’Kurs gelekî berdar in. Mamoste Jiyan ji serî ve me hînî lêdana gîtarê dike. Em hêdî bi xwe bawer û ewle bi pêş dikevin. Di çalakiyekê de tişta em hîn bûne, nîşanî xelkê jî bikin.”
Emre Kaya dibêje, “Ez dixwazim tiştên li vir hînî wan bûme parve bikim. Dixwazim bibim hunermendekî baş. Mamoste Jiyan û kekên ji me mezintir ên din jî bi me re gelekî dibin alîkar.”
Kesên dixwazin xwe bigihînin MIG-ZENTRUMʼê dikarin di ser hesabên Facebook, Instagram û e-maila mig-zentrum@outlook.de têkiliyê pê re deynin.