• Çalakiya Nobetê di hefteya 423'an de bi komeke nû ya ji Hollandayê didome.

Çalakiya Nobetê ya “Ji Ocalan re Azadî” ya li ber avahiya Konseya Ewrûpayê (KE) ya li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê di hefteya 423'an de bi komeke nû ya ji Hollandayê didome.
Di koma nobetê de Kurdistanî Aynûr Dersim, Şorê Mayin, Feyzî Dep û Fevzî Şêxo hene. Çalakgeran got, ‘’Rojekê dîrok wê binivisîne bê ka Kurd û Rêber Apo çendî mafdar in.’’
Li ser navê komê Aynûr Dersim axivî, bi bîr xist ku çalakiya li ber KE û CPT’yê ev 9 sal in bi biryardarî didome û heta ku Ocalan azad bibe jî wê bidome.
Aynûr Dersim bang li tevahî gel kir ku li ber xwe bide û bi rengekî xurtir tevlî pêvajoyê bibe.

STRASBURG