Têkildarî balefirên bê pîlot ên bi sîleh ên ku dewleta Tirk bi wan li Kurdistanê komkujiyan dike, panelek onlîne hate lidarxistin. Pisporan diyar kir ku Tirkiye bi van balefirên bê pîlot hiqûqa navneteweyî binpê dike.
Civaka Azad ku li Elmanyayê ji bo Kurdan karê agahdarkirina raya giştî dimeşîne, têkildarî komkujiyên bi van balefiran, paneleke online li dar xist. Xebatkarê Meclîsa Federal rojnamevan Matthias Monroy, nûnera Navenda Têkiliyên Jinên Kurd (REPAK) Meral Çîçek û pisporê hiqûqa navneteweyî Dr. Robert Frau tevlî panelê bûn.
Panel bi moderatoriya parêzer û aktîvîstê mafên mirovan Dr. Lukas Theune pêk hat û destpêkê Meral Çîçek ji bajarê Silêmaniyeyê yê Başûrê Kurdistanê axivî. Çîçek li ser êrişên hewayî yên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê agahiyên berfireh dan.
Çîçek got, cara yekê di Nîsana 2017'an de li Şengal û Rojava êriş hatine kirin û got, "Ji hingî ve ne tenê herêma Qendîlê her wiha gelek herêmên Başûrê Kurdistanê yên wargehên sivîlan, gelek herêmên Rojava dibin hedefa van balafirên bê pîlot lê bi sîleh. Meral Çîçek bi bîr xist ku di nava di nava du mehên dawî de li Başûrê Kurdistanê 10 sivîl bi van sîlehan hatine kuştin.
Rojnamevan Matthias Monroy jî li ser balefirên bê pîlot û bi sîleh ên dewleta Tirk agahiyên teknîkî dan.

Li DMME´yê doz dikare bê vekirin

Di panelê de herî dawî pisporê hiqûqa navneteweyî Dr. Robert Frau axivî û got, dewleta Tirk bi bikaranîna van sîlehan ji gelek aliyan ve qanûnên navneteweyî binpê dike. Dr. Frau destnîşan kir ku Tirkiye li Iraq û Sûriyeyê aliyekî fermî yê şer nîne, lewma bi firandina van balefiran li van welatan, ew hiqûqa navneteweyî binpê dike.
Wî got, Tirkiye dema ku van sîlehan bi kar tîne guh nade pîvanên mafên mirovan jî û "înfazên bêdaraz dike."
Dr. Robert Frau da zanîn ku li dijî van sûcên dewleta Tirk, xizmên qurbaniyan dikarin li dijî Tirkiyeyê dozê vekin û serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) bidin. Dr. Frau got, "Bêguman pêvajoya li DMME'yê dibe ku bi salan dewam bike, lê belê ji bo darizandina van sûcan niha ji bilî vê yekê rêyeke din nîne."

ANF/BERLÎN