Hêza Mezin ji bo serkeftinê ne bes e
Duşem 9 Adar 2026 - 18:00

- Operasyona Amerîkayê ya bi navê Hêrsa Destanî (Epic Fury) kete hefteya xwe ya duyemîn a krîtîk. Cîhan bi vê mijarê radibe û rûdine. Lê rêveberiya Trump li ber xaçerêyeke stratejîk e.
HEQÎ BOLTAN
Operasyan yekser ji hewayêve pêk tê. Êrişên Amerîka û Îsraîlê yên ji hewayê ve di çarçoveya pêkanîna siyaseta Amerîka û Îsraîlê de encamên baş derdixe holê. Serokwezîrê Îsraîlê aşkera kir ku kontrola qada esmanî ya Îranê di destê artêşa wan de ye. Heta niha Îranê tu xesarek nedeya moşek û balafirên Îsraîlê. Ev encama şênber a li qadê jî gotina Netayahu piştrast dike.
Ev serkeftin di cîhanê de siyaseta “bisekine û bibîne” têk bir. Gelek welat piştî vê serkeftinê helwesta xwe aşkera kir. Welatên ku digotin em destûrê nadin qadên me, baregehên me li dijî Îranê bên bikaranîn jî helwesat xwe guhertin. Gelek ji wan bi daxuyaniyan diyar kirin ku Amerîka dikare qadên wan ên esmanî, deryayî û bejahî bi kar bîne. Ev ji ber encama êrişên hewayî yên Amerîka û Îsraîlê pêk hat. Dostên Amerîka û Îsraîlê pir bûn û neyarê Îranê zêde bûn. Ev di atmosfera şerekî wisa de pir hêja ye û hêzeke mizin ê moralê çêdike.
Di rewşa îro de zanyarên mijarê negotin “di şerê hewayî de valahiyek heye.” Baweriya ji bo serweriya hewayî di raya giştî de çêbû. Piştî vê serweriyê, pirsa qada bejahî dê çawa bibe bû rojeva sereke. Bersiva vê pirsê encama vê şerî diyar dike. Divê rewşa li ser erdê beriya ku şerê hewayî dest pê bike bihata organizekirin. Stratejî û taktîka wê pirtir û hûrtir bihata ristin. Dema mirov bi çavê mêjû li mijarê mêze dike di vir de pir valahiyan dibîne. Ji valahiyên sereke yek jê nebûna stratejî û taktîkên li ser erdê ne. Di vir de ev tişt dertê pêş. Biryardarên şer ji nijkave biryar dane. An jî yekê li ser ê din ferz kiriye û wisa biryara şer hatiye dayîn. Ez wek çavekî yan hişekî ji derve nabêjin Netanyahu li ser Trump an jî Trump li ser Netayahu derxistina şer ferz kiriye. Tenê ez dixwazim bêjim ku daneyên şer vî tiştî dibêje.
Ev di qadê de jî dertê holê ku Îran jî vê valahiyê dibîne. Ji bo vê ye ku Îranê hêza xwe ya şer dide ser vê beşê û gefên xwe yên li dijî Amerîka û Îsraîlê kêm dike, gefên xwe yên li dijî baregeh û keştiyên şer ên Amerîka û Îsraîlê kêm dike. Van kiryarên xwe ne tenê di ser çapameniyê de wek şerê pîskolojîk li pêş dixe.
Ev helwest wek pratîk di qadê de pêk tê. Serokkomarê Îranê Mesuod Pezeşkiyan bang li cîranê Înranê yên ku Îranê bi moşek û dironan êrişê wan kiribûn kir û ji wan re got: “Li me biborin em cereke din êrişê we nakin.” Lê partiyên Kurd ên Rojhilat û Herêma Kurdistanê hişyar kir û got: “Heke hûn bi Amerîka û Îsraîlê re hevkariyê bikin û êrişê rejîma Îranê bikin em ê we yekser bikujin.”
Diyar e ku Îran rewşê zane û di vê çarçoveyê de siyaseta qirêj aa desthilatdariya dagirker dixe dewrê. Li vir gotina dapîr û bapîrê me divê em bi bîr bînin: “Nikare kerê baz dide kurtanê” vê helwesta qirêj a dagirker baş vedibêje. Dewletên cîran li ber Amerîka û Îsraîlê li Îranê didin, Îran ji wana re dibêje: “Li min biborin, ez careke din êrişê we nakim.” Lê Kurdan û partiyê Kurdan jî bi kuştin û qirkirinê dixwaze bêbandor bike. Ev jî aşkera dike ku rejîma Îranê bi van gef û guran dixwaze rê li ber hevkariyên stratejî û taktîkên li ser erdê bibire.
Di şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê de kî çerxa li ser erdê rast bigerîne dê ew bi ser bikeve. Amerîka û Îsraîl jî êdî baş bi vê meseleyê hesiyan û Îran, jixwe mijarê ji mêj ve baş dizane. Wezîrê Karê Derve yê Çînê Van Yi ji bo şerê Amerîka û Îranê daxuyanî da û got: “Hêza mezin ne aqilê mezin e.” Bi gotineke zelal çerxa li ser erdê ya şerê Amerîka û Îsraîlê ya li dijî Îranê bi hêza mezin ya Amerîkayê heta dawiyê nagere. Divê aqilê mizin li vir bikeve dewrê.
Aqilê mezin ango hunera avakirina hevkariyê ne tenê ji bo Amerîka, Îsraîl û Îranê aqilê mezin divê ji herkesî pirtir di destê hêzên biçûk de xwedî rol û misyon be. Amerîka di şerê Îranê de têk biçe pirestîja xwe ji dest dide. Lê ku hêzeke wek Kurdan li dijî dagirkerekî wek Îranê têk biçe ne tenê pirestîja xwe ji dest dide; di heman wextê de hebûna xwe jî ji dest dide. Ji bo gerandina çerxê ya şerê li ser erdê avakirina hevkariyeke rast û durist nebe qet nabe.
Hêzên serdest yekalî winda dikin lê hêzên bidest di serlhildanên xwe de dema bi serkevin jî xetereya tekçûnê heye û mezin e. Wek tezek em bêjin: “Amerîka û Kurd li dijî Îranê hevkariyê bikin û bi têkojîna hevpar rejîma Îranê biguhêrin xetere bi dawî nabe. Di vê qonaxê de jî daxwazê berjewendiyên Amerîkayê dikeve dewrê. Piştî serkeftinê li hêlekê 15 hezar Kurd û li hêla din hemûyê Îran li ber Amerîkayê ye. Hêzeke weke Donald Trump dê tercîha xwe ji aliyê hemû Îranê bike. Di vê rewşê de Kurd bi serhilada xwe Îranê têk dibin û bi destê Amerîkayê ji Îranê re dibin diyarî. Di her kêliyên dîrokê de ev mînak hene û pir jî zêde ne. Peymana Parîsê ya 6’ê Çileya 2026’an li dijî Rojava cerebeyeke zindî ye.
Rêxistinkirina gelekî ya ji her aliyî ve, avakirina yekîtiya siyasî û civakî ya nava gel û partiyan de, di çarçoveya dîplomasiya vekirî de çêkirina peymana ku bi qelemên dest hatine îmzekirin û mohrkirin heta cihekî baş dikare xetereyan asteng bike.







