Hêz û hunera jinên Helebceyî

Nûçeyên Jin

Duşem 20 Gulan 2024 - 16:45

  • Jinên Helebceyî di hemû waran de xwedî jêhatin û kedeke mezin in. Her wiha bi hunera xwe ya dest re hewl didin nasnameya xwe ya Kurdewarî û jinbûna xwe biparêzin û nîşanî civaka xwe bidin.

Di vê çarçoveyê de li parêzgehên Herêma Kurdistanê ji bo pêşandan û nîşandana hêz û kêrhatinên jinan festîvalên cuda cuda têne lidarxistin. Yek ji wan parêzgehan jî ku di vî warî de bi tecrûbeye parêzgeha Helebceyê ye. Jinên Helebceyê yên ku di van festîval û pêşengehan de cih girtin behsa hunerên xwe kirin.
Sozyar Mehmud yek ji jinên hunermend ên Helebceyê ye. Sozyar peymangeha hunerên ciwan qedandiye û ev 10 salin bi vê karê ve mijûl e. Wek Sozyar bi xwe dibêje dema ku wêneyên xwe xêz dike, bi yekkirina wan bi xwezayê re behsa rola jinan û bedewî û nazikiya wan dike. Sozyar Mehmud got; “Jin bi xêzkirina wêneyan dikarin civaka xwe pêş bixin. Dema mêvan di pêşangehan de tabloyan dibînin, dizanin ku jinên Kurd di warê wênesaziyê û hunerê de çiqasî pêşketî ne. Di warê hunera wênesaziyê de gelek jinên jêhatî hene, lê dabînkirina derfet û qadên guncaw kêmin. Her wiha pêşengehên ji bo jinan tên lidarxistin jî kêmin.”

Hêz heye lê derfet nînin
Hunermendek din ya Helebceyê Pruşe Heyder ku ew jî ev 5 sal in bi xêzkirina wêne û tabloyan ve mijûl e, li ser heman mijarê axivî û got: “Bi rêya tabloyên xwe yên hunerî, me kariye ku beşek biçûk jî be çanda xwe biparêzin. Bi nîşandana cilûbergên Kurdewarî çanda netewa xwe diparêzîn.” Pruşe jî balê bire ser bêderfetiyên ku di warê nîşandana hunerê de li pêşiya jinan hene û got; “Tevî ku jinên Helebceyê xwedî jêhatî û kêrhatinin, lê derfet kêmin ku bikarin jêhatin û hêza xwe nîşan bidin. Jin beşeke girîng a civakê pêk tînin û divê hertim rola wan were nirxandin. Di heman demê jin dikarin bi hunerên xwe bedewiyê belav bikin. Armanca me ew e ku em bedewiya civakê nîşan bidin.” RojNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.