Herî kîm 29 leşker di qezayê de mirin

Nûçeyên Cîhan

Duşem 5 Tîrmeh 2021 - 01:27

  • Di balefira bêhtirî 90 kesî tê de, herî kêm 29 kes mirin. 

Li Fîlîpînê balafireke leşkerî kete xwarê. Di balefira bêhtirî 90 kesî tê de, herî kêm 29 kes mirin. 

Li gorî daxuyaniya Hêzên Çekdar ên Fîlîpînê, balafir Yekşemê li Başûrê Fîlîpînê kete xwarê. Balafira bi tîpa C-130 dema ku hewl dida dakeve Girava Jolo, kete xwarê. Di hundirê balafirê de yekîneyên leşkerî hebûn. Ji bo 'Têkoşîna li dijî terorîzmê' ev leşker diçûn Girava Jolo.

Ji balafirê 50 kes bi saxî birîndar filitîn. Rayedaran diyar kir ku tîmên rizgarkirinê li deverê ne û hêvî dikin hin kesên din jî rizgar bikin. Gava nûçeya me dihat amadekirin, hîna jî 17 kes winda bûn. 

Li Başûrê Fîlîpînê rêxistineke Îslamî ya bi navê Ebû Sayyaf heye ku bi taybetî ji aliyê Washîngtonê ve weke 'terorîst' tê pênasekirin. Ev rêxistina ku gelek êriş kirine, gelek caran tûrîst û mîsyonerên Xiristiyan revandine.

MANÎLA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.