Komek ji aktîvîstên Elman û saziyên Kurdistanî yên li Elmanyayê, ku li dijî êrişên dawî yên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê ketin nava liv û tevgerê, di nava vê hefteyê de bi sernavê "Na ji faşîzma Tirk re" 93 hezar belavok belav kir.
Kampanya bi pêşengiya Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED), Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E), Women Defend Rojava û Riseup4Rojava pêk tê. Di hefteya destpêkê de bi rêya e-mail û qutiyên postayê 93 hezar belavok hatin belavkirin. Kampanyayê 24 Nîsanê di salvegera Qirkirina Ermenan de dest pê kir û ji bo bala 1.5 milyon mirovî bê kişandin tê xwestin ku 1.5 milyon belavok bên belavkirin.
Berdevka Kampanya Women Defend Rojava Tanya Berger anî ziman ku wan heta niha bi giranî belavok xistine qutiyên postayê û diyar kir ku armanca wan ew e ku raya giştî ya Elman li ser êrişên dawî yên dewleta Tirk agahdar bikin.
Berdevka Kampanya Riseup4Rojava Lisa Schelm jî bang li hêzên demokratîk hemûyan kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk bikevin nava liv û tevgerê.
NAVENDA NÛÇEYAN