Bi rasthatina salvegera 22’yan a bêbextiya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan a 15’ê Sibatê, TCŞ, Têko-Jin û înternasyonalîstan çalakiyên meşa dirêj tên li darxistin. Di roja heftan de doh çalakiyan li bajarê Elmanyayê Stuttgartê dewam kir.   

Di mîtînga li meydana Karlsplatz a Stuttgartê de TJK-E, Offenes treffen gegen Krieg û Militarusmus, TCŞ, Têko-JIN, Azadiya Rojava Madrîd, nûnerên Ponen am Kurdistan Katalonya peyivîn. nûnerên ji Katalanya û ji Madrîdê gotin, “Em ê ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin.” Wan êrişên dagirkeriyê li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê rûreş kirin. 

TCŞ, Têko-JIN‘ê jî di daxuyaniya xwe de  got, “PDK li şûna ku di salvegera bêbextiya 15’ê Sibatê de ji bo pûçkirina bêbextiyê alîkariyê bike, bi zêhniyeta xiyanetkariyê li dijî têkoşîna azadiya gelê Kurd û gerîlayên wî yên qehreman bûye xwedî helwêst. Em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku li dijî van hêmanên xiyanetkariyê bibin xwedî helwêsteke neteweyî.”
Li aliyê din beriya mîtîngê di navê de hevserokê KCDK-E‘yê Yuksel Koç, siyasetvan Faysal Sariyildiz jî komek çû hepsa Stamheimê ya li Stuttgartê da ku doza siyasî ya li dijî 5 Kurdistaniyan bişopîne. Çlakiya ciwanan îro li bajarê Freiburgê li meydana Stühlinger Kirchplatzê wê bi mîtîngekê dewam bike.

STUTTGART