Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, Halîm Dener ê ku 30'ê Hezîrana 1994'an di dema daliqandina afîşa ERNK'ê de ji aliyê polîsê Elman ve 16 salî hate qetilkirin, li cihê lê hate qetilkirin doh hate bîranîn.
Çalakiya bîranînê ji aliyê JXK û YXK Hannover, NAV-DEM Hannover û pêkhateyên Kampanya Halîm Dener ve hate lidarxistin. Nûnerên IL (Interventionistische Linke), Rote Hilfe, Antifaschistische Gruppe Hannover, Die Linke, partiya Keskan û Însiyatîfa Black Lives Matter, her wiha nûnerên gelek kom û însiyatîfên cuda li bîranînê axivîn.
Qisekeran xwestin ku qedexeya li ser PKK'ê tavilê bê rakirin.
HANNOVER