Fobî - şêwaza jeopolîtîk a sedsala 21'ê

Kurdistan LEZGIYEVA nivîsand —

Sêşem 14 Sibat 2023 - 02:14

Lezgîniya pirsgirêka fobiyên siyasî yên nûjen, êdî pirr berçav dibe. Gelek welat ji bo ku fobiya pêwîst di nav nifûsa xwe de çêkin, bi alîkariya amûrên medyayê rêka xirabkirina rewşê dişopînin. Cîhana pirretnîkî, pirrolî, wekî ku derket holê, diyardeyeke pirr tevlihev û nezelal e û di bin bandora pêvajoyên yekbûnê de ye. Lê belê, fobî amûrek e ku rê dide dewletên pirr cuda ji bo ku "hevaltiya" bi neteweyek yan jî oleke diyarkirî re bikin; ew jî ji ber çend sedeman ji bo berjewendiyên siyasî yan aborî hatine ragihandin.

Dîroka mirov, ku hêdî hêdî taybetmendiyên pêvajoyek sosyo-dîrokî di warê têkiliyên navetnîkî de bi dest dixe, pirr caran neçar dimîne ku serî li pêvajoyên afirandin û tunekirina fobiyan bide. Di çarçoveya pêşveçûna teoriya cîhanek pirrpolar de, her fobî yan heta îşaretên cihêkariya li ser bingehên olî yan neteweyî-çandî nayên qebûlkirin. 

Fobî bi eslê xwe têgehek bijîjkî ye. Yanî nîşaneke tirseke dûrîaqil e, tirseke bêkontrol e di hin rewşan de yan jî li ber hebûna tiştekî diyarkirî ye. Di encama fobiyê de, mirov dest pê dike ku ji hin tiştan yan rewşan dûr bikeve da ku nehêle mirov bi wan dakeve. Fobîyeke di destpêka çêbûna wê de bi hêsanî dikare têk bibe, lê belê, her gav xetera rastkirina wê di derûniya mirovan de û bi demê re bihêztir dibe. 

Di cîhana nûjen de, ev diyardeya psîkolojîk di pêvajoyeke tevlihev a veguherînê re derbas bûye û ji bilî wateya "tirs"ê, wekî "helwêstek pirr nerênî li hemberî tiştek yan kesekê/î” hatiye şirovekirin, ku ne xwediyê karakterekî patolojîk e. Lê belê, di pratîkê de xuya dibe ku pêvajoyeke dirêj a ku rewş û zexta bi pênaseyên tund ên nerênî di qonaxeke bipêşketinê de hîn jî dikare bibe tirsê.

Ji dîroka sîyaseta cîhanê, em dikarin bigihîjin wê encamê ku fobiyên li ser asta gerdûnî ne bûyereke wusa kêm e: Romayî ji êrişa barbaran pirr ditirsiyan; Ewrûpa hem ji Îskîtî û hem jî ji Ereban ditirsiya, paşê jî ji dagirkirina Împaratoriya Rûsyayê û paşê jî ji Yekîtiya Sovyetê; paşê tirsa nexweşîya “Veba”yê li seranserê cîhanê belav bû û paşê Dewletên Yekbûyî berê xwe da tirsa serdestiya komunîst. Helbet di wan rojan de têgîneke wek “fobî” tinebû yan jî di pêvajoyên siyasî û sosyolojîk de nehatibû sepandin, lê rastiya hebûna van diyardeyên bi vî rengî nayê nîqaşkirin.

Lêbelê, cudahiyeke girîng jî hebû - van tirsan bi tevahî kûrahiya civakê bandor nekir. Çêbûna fobiyan û bandora bingehîn a desthilatdaran li ser pêvajoya damezrandina wan, tenê piştî peydabûna weşana girseyî (radyo û televîzyon) ji bo pirraniya welatiyan hinekî çalaktir bû. 

Sedsala 21´ê, bi geşbûna bilez a înternetê û piştî wê, peyamnêrên cûrbicûr û medyaya nûjen, di şeklê diyardeya afirandina fobiyan de hêza ku ji bo manîpulekirina hişmendiya girseyî dibe amûreke “şêrîn” afirand. Medya bi hêsanî ramanên mirovan manîpule dike, ji ber ku ji bo berevajîkirina agahiyê, girtina wêneyekî yan guheztina koşeyê bes e. Û ev ne xapandineke bê zerar e. Ji ber wê, Kapitsa got: "Medya ji amûrên qirkirina girseyî ne kêmtir xeternak e."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.