Filma Kobanê li Ewrûpayê ye

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 3 Kanûn 2022 - 05:15

Filma Kobanê ya ku Komuna Film a Rojava çêkiriye, li Ewrûpayê jî dikeve vîzyonê. Promiyera filmê ya Ewrûpayê wê 4'ê Kanûnê li bajarê Swîsreyê Baselê pêk were. Gala filma Kobanê ya li Elmanyayê jî wê 12'ê Kanûnê li paytexta welêt Berlînê bê kirin.

Filma Kobanê bi senarîstiya Medya Doz û derhêneriya Ozlem Yaşar, sala 2021'ê ji aliyê Komuna Film a Rojava û TEV-ÇAND'ê ve hat çêkirin. Film 2 saet û 30 deqîqeyan dewam dike. Dîmenên filmê li gelek deverên cihê yên kantona Kobanê hatin girtin. Film cara pêşî jî li Kobanê hat nîşandan. Niha bi organîsazyona Art Records û Med Film Productionê film li sînemayên Ewrûpayê jî tê nîşandan. Film wê pêşî 4'ê Kanûnê (Yekşemê) li bajarê Swîsreyê Baselê bê nîşandan. Film di çarçoveya Rojên Filmên Kurdî yên Baselê de bê nîşandan. Navenda Çandê ya Med organîzasyonan van rojên filmên Kurdî dike.

Mijara sereke ya filmê şervanên jin ên Kurd in ku di şerê dîrokî yê ji dorgirtina DAIŞ'ê rizgarkirina Kobanê de pêşengiya şerê 134 rojan ê rohniyê li dijî tariya DAIŞ'ê kirine. Dîmenên filmê 7 mehan hatin girtin.

Kadroya filmê ji aktor û aktirîstên amator û şervanên bi rastî pêk hat. Di filmê de rastî û sêwirandin kete nava hev. Jixwe senaryo jî xwe disipêre gelek şahidiyan. Dîmen jî qismî li cihên ku bi rastî şer li wan qewimî yên dîrokî hatin girtin.  

 

Me ji nava meselê behsa meselê kir

Li ser filmê û ji Komuna Film a Rojava Diyar Hesso ji me re got, “Em hêvî dikin ku temaşeker wê çîroka em dibêjin, hîs bikin. Erê rast e her kes bi çîrokê dizane, lê me xwest em çîrokê hinekî din bi gotinên wan mirovên di nava çîrokê bi xwe de bidin nîşan. Çi li Kobanê qewimî. Ewên li wir li dijî çeteya DAIŞ'ê çawa li ber xwe da. Û ew çawa li dijî DAIŞ'ê bi ser ketin. Hêvî dikim ev serpêhatî, bi vê gurrbûn û geşiyê bigihîje temaşeker.”

 

Kengî û li ku tê nîşandan?

Film li Elmanyayê wê 12'ê Kanûnê li paytexta Elmanyayê Berlînê li hola sînemayê ya Babylonê bê nîşandan. Li Elmanya li bajarê Dresdenê li hola Zentralkino film wê 16'ê Kanûnê, li Kielê li hola Pumbe 18'ê Kanûnê, li Mannheimê li hola Odeon Kino 21'ê Kanûnê, li Bochumê li hola Endstadionê 17'ê Çile û li Leverkusenê jî 19'ê Çile li hola Kommunales Kino im Forum bê nîşandan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.