- Li paytexta Swîsreyê Baselê tîma futbolê FC Ferad di lîga 4’an Koma 2’yan de dilîze.
AZAD AGIR / FRANKFURT
Li paytexta Swîsreyê Baselê tîma futbolê FC Ferad di lîga 4’an Koma 2’yan de dilîze. Vê hefteyê wê li deplasmanê 10 gol avêtin reqîbê xwe SV Muttenz. Di lîgê de FC Ferad bi 21 puwanan di rêza 4’an de ye. Hefteya FC Ferad wê bi tîma ST. Steinen re bilîze.
Dalkurd FF di lîga sisiyan a Swêdê de ji bo şampiyoniyê dilîze. Wê zora reqîbê xwe Assyriska FF 5-0 bir.
Li bajarê Fransayê Rounenê FC Jiyan Kurdistan ji ber ku hakim 2 kartên sor li lîstikvanên wê birrîn û penaltiyeke neheq da reqîbê wê, nekarî zora reqîbê xwe bibe. Maç 3-3 weke hev bi dawî bû. Di dawiya 4 maçan de tîm bi 12 puwanan di rêza 3’yan a lîga xwe de ye. Ew ê hefteya bê li seheya xwe bi MT ST Aignan re bilîze.
Newroz FC li Swêdê di lîga 4´an de dilîze. Wê zora reqîbê xwe 19 VIK 30, 1 û 0 bir. Bi vî awayî li pey tîma lîder bi di puwanan îdîaya xwe ya şampiyoniyê dewam dike.
Encaman maçên tîmên li Elmanyayê
Vê hefteyê Kurdische FC GI û Serkeftin 1992 maç nekirin. Encamên maçên tîmên din li jêr in:
Germ. Ober-Roden 1-3 SC 1960 Hanau
Kandil Saarbrücken 1-4 FC St. Arnual
FC Roj 1-0 DJK BW Huckarde
SV. M. 1. 3-5 FC Bingol 12
SV Newroz Hildesheim 3-1 BW Salzhemmendorf
SV Dersim Rüsselsheim 0-2 Spvgg Neu- Isenburg
CF Kurdistan Bochum 7-0 TuS Hattingen
Ciwan Walsrode 5-0 Vfl Maschen
BV 1885 Azadi Wuppertal 0-1 FK Jugoslavjia Wuppertal
Munzur OF 4-3 Fortuna Dreieich
SV Inter Komata 0-2 TuS Drakenburg