Koordînasyona Civaka Êzîdî ya li Ewrûpayê ragihand ku ew bi hemû hêza xwe tevlî pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibin û destnîşan kir ku jiyan û siberoja azad a li Êzîdxanê û Kurdistanê bi fikir û felsefeya Ocalan pêkane.
Koordînasyona Civaka Êzîdî ya li Ewrûpayê têkildarî pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye" daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de işaret bi girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Êzîdiyan û tevahiya gelên Kurdistanê û herêmê hate kirin.
Di daxuyaniyê de îşaret bi pozîsyona girîng a Rêber Apo tê kirin, qala fermanên bi serê Êzîdiyan hatî tê kirin û ji bo vê girîngiya fikrên Rêber Apo têne destnîşankirin û tê gotin, “Em bangî li tevahiya civaka Êzîdî, hemû Kurdistanî û dostên wan dikin ku tevlî pêngava azadiya Ocalan bibin û pêşî li hişmendiya qirker, faşîst û nijadperest bigrin. Azadiya Ocalan wê rê li pêşiya mirina bi milyonan kesî bigre û nehêle ku tiştê di şerê yekemîn û duyemîn ê cîhanê de hatî serê mirovahiyê carek din dubare bibe."
NAVENDA NÛÇEYAN