- ''Jin li her derê dikarin bixebitin. Li saziyên dewletê, di paqijiya malê de, wek ajokar, parêzer, doktor û mamoste. Gelo çima ez li bazarê nexebitim.''
FÎLÎZ ZEYREK
JINNEWS/EDENE
Fatma Çelen li bazara pêncşemê ya taxa Şakîrpaşa ya Seyhanê ku bi ser Edenê ye, tezgahdarî dike. Ew li bazarê garisan difroşe. Fatma ji bo tezgahdarya di nav mêran de dibêje: ‘’ Hêza min têra xwe heye. Çi dikin bila bikin ez li malê xwe heps nakim.’’
Fatma Çelen ya 61 salî li Edenê dijî û zivistanê keleman û havînan jî garis difroşe. Hefteyê 6 rojan diçe bazarê û garis difroşe. Fatma ew 40 sal in bi vî karî debara xwe dike. Ji bo karê xwe dibêje: ‘’Heta niha min li gelek bazaran tezgah vekiriye. Esnafên mêr min naxwazin. Ez bi newekheviyê re rûbirû mam. Hêza min bi qasî ya 10 mêran e. Ez bi vê jî serbilind im. Ez tu car li gorî wan tevnagerim û xwe hepsê malê nakim.
Havînan garis zivistanan kelem
Gelek caran em zirarê jî dikin. Ji ber bazirgan gelek nebaş in. Yên baş û xerab tevlihev dikin. Ez simbilê garis bi 1 TL difroşim. Kara wê zêde tune lê ez tevî vê dixebitim. Ji ber karekî din tune ye. Ez heta dawiya îlonê garis difroşim. Piştre ez kelemên reş ji Nîgdeyê tînim.''
Ma çima ez ê nexebitim
Fatmayê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir û got: “Jin li her derê dikarin bixebitin. Li saziyên dewletê, di paqijiya malê de, wek ajokar, parêzer, doktor û mamoste. Gelo çima ez li bazarê nexebitim. Tu zext bi min nikare şûnde gavê bide avêtin.”