• Sekretera Giştî ya BastA’yê Franziska Stier li ser qedexekirina PKK’ê dibêje, “Betalkirina qedexeya PKK´ê wê bibe yek ji gavên herî girîng ji bo aştî û aramiya li Rojhilata Navîn” 

ONER POLAT/BASEL

 

Partiya BastA a li Swîsreyê ji beşdarên kampanyaya îmzeyan a ji bo derxistina navê PKK’ê ji lîsteyên terorê ye. Sekretera giştî ya partiyê Franziska Stier dibêje, têkoşîna aştî û demokrasiyê ya PKK´ê nabe ku bê krîmînalîze kirin û sedema di lîsteya terorê de bicihkirina navê PKK´ê jî bi temamî ew e ku PKK bi nakok e bi berjewendiyên wan ên aborî re.

Sekretera Giştî ya Partiya BastA, Stier, wekî din li Elmanya û Swîsreyê jî rojnamevaniya serbest dike û di gelek rêxistinên jinên femînîst de çalak e.

Franziska Stier di Hezîrana 2021’ê de di nava Delegasyona Aştiyê ya çûyî Başûrê Kurdistanê de jî cihê xwe digirt. Ew dibêje, heger daxwaza aştiyeke mayînde ji bo Rojhilata Navîn heye, divê nêzîkatiyeke bi qasî hev a li aliyan a li gorî hiqûqa navneteweyî bê misogerkirin. Stier dibêje, “Ji ber rojnamevaniyê, ez bûyerên civakî û civakan ji nêz ve dişopînim. Ez difikirim ku PKK li dijî rewşa kaosê ya li Rojhilata Navîn bi salan ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşe. Dewletên ku israr dikin PKK di lîsteya terorê de bimîne, heger ji dil jî dixwazin ku li Rojhilata Navîn aştî û aramî peyda bibe, divê nêzîkî û dûriya wan a li aliyên şer biqasî hev be.”

Ji ber ku NATO ye rehet sûc dike  

Stier sûcên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê jî bi bîr xistin û got, “Ji ber ku dewleta Tirk endama NATO´yê ye, xwe li sûcên wê kerr û kor dikin. Bi ya min, ev helwêsteke şaş a siyasî ye û alîgir e; nabe ku bê qebûlkirin. Biryara dewletên Ewrûpayê, biryarek e ku ji ber peymanên sîleh û bazirganiyê yên di navbera wan û dewleta Tirk de ne, hatiye girtin. Ev biryareke şaş e. Di lîsteyê de bi cihkirina PKK’ê şaş û neheq e. Ji ber vê ez destekê didim vê kampanyayê. Elmanya bi siyaseta xwe ya zextê ya li dijî Kurdan û saziyên wan, berjewendiyên xwe li pêş digire, û wan hêzên ku ji bo demokrasiyê têdikoşin, krîmînalîze dike.” 

Franziska Stier bi bîr xist ku li parlamenterê Die Linke û endamê Konseya Ewrûpayê Michel Brant hefteya bihurî li cezayê pere hatiye birrîn û sedem jî ew bûye ku wî sala 2019´an resmê xwepêşandanekê parve kiribû. Di wî wêneyî de xebero ala û posterên qedexekirî xuya bûne. Stier wiha dewam kir: “Piştgiriya bi gelê Kurd re jî hatiye qedexekirin. Ev ceza esas diyariyek e ji bo dewleta Tirk.”

Ji bo sîlehan bifiroşin

Stier bi bîr xist ku lîsteyên dewletên Ewrûpî yên terorê, li gorî berjewendiyên wan hatine amadekirin û di lîsteya Yekîtiya Ewrûpayê (YE) de jî PKK li jor hatiye bicihkirin. Wê got, ev meseleyeke bi temamî elaqedarî berjewendiyan e û wiha dewam kir: “Bi qasî tê zanîn 7 hezar şirketên Elmanyayê li Tirkiyeyê kar dikin. Ev rewş jî tesîra YE´yî heta bi sînorên Tirkiyeyê berfereh dike. Rewşeke welê heye, peymana YE´yê ya bi dewleta Tirk re ya li ser penaberan heye, bazirganiya sîlehan heye, bi rêya şirketên bi eslê xwe Elman ên li welatên Efrîkayê, şirketên sîlehan xwe digihînin Tirkiyeyê. Yanî navê PKK´ê di lîsteya terorê ya YE´yê de ye, ne ji ber hiqûqê ye, ji ber berjewendiyên Ewrûpayê yên elaqedarî Tirkiyeyê ne. Herçî bûyerên siyasî ne, sûcên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê û yên dema şerî, nabînin, xwe li wan kerr û kor dikin.”

 

Têkoşîna PKK´ê rewa ye 

Li ser têkoşîna PKK´ê û rewabûna wê jî sekretera giştî ya BastA´yê, Franziska Stier got, “Îro roj, PKK li gorêî armanca damezrandina xwe li dijî qirkirinê têdikoşe; ev pirr zelal li holê ye. Ji ber wê, divê PKK ji aliyê YE´yê ve weke terorîst neyê binavkirin. Ji ber qedexekirina PKK´ê rojane, zext li Kurdan tên kirin, ew tên astengkirin. Beriya bi çend salan, ji ber ku di hilbijartinan de destek dabûn HDP´ê, hin siyasetvan li bajarê Swîsreyê Baselê ketibûn ber taqîbê. Rêxistinên îstîxbaratê yên Ewrûpayê jî li ser zexta AKP´ê bi navê xebatên PKK´ê li Ewrûpayê, raporek amade kiribûn. Rapora îstîxbaratê ya Swîsreyê jî xwe spartibû wê.”

Wê bi bîr xist ku li Elmanyayê alayên PKK´ê û rengên Kurdan qedexe ne û piştî vê jî behsa wê yekê kir, ka çawa dewleta Tirk hiqûqa navneteweyî tine dihesibîne: “Dewleta Tirkhiqûqa xwe ti carî li gorî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) eyar nekir. Biryarên DMME´yê jî cidî nagire. Biryarên wê yên dibêjin, divê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag bên berdan. Lê Tirkiye qet serê xwe bi vê biryarê naêşîne.” 

Yek ji gavên herî girîng

Beramberî vê rewşê, li gorî Stier, Ewrûpa bi cotstandardan tevdigere û wiha dewam kir: “Li Elmanyayê komên dij-cihû hene. Êrişa li Hanauyê heye. Lê min ne NSU û ne jî Nordkreuz di lîsteya wê ya terorê de nedît. Dewleta Fransayê jî ji bo ku komkujiya li dijî Sakine Cansiz, Leyla Şaylemez û Fidan Dogan rohnî bike ti tişt nekir û îro jî nake.” 

Sekretera Giştî ya BastA´yê Franziska Stier bawer dike, heger mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî bê bicihanîn, li Rojhilata Navîn aştî û rewşa aram wê misoger bin û herî dawî jî li ser qedexekirina PKK´ê dipeyive:  “Di vê peywendê de betalkirina qedexeya PKK´ê wê bibe yek ji gavên herî girîng.”