PERVÎN YERLÎKAYA
LUNEBURG

Ciwanên Kurd û înternasyonalîst bi daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan dest bi meşeke dirêj kiribûn. Doh di roja 6´an a meşê de polîsê Elman êriş bire ser çalakgeran û gelek ciwan jî kirin nezaretê.
Meş bi diruşma "Ji bo azadiya Rêber Apo, bi hev re Serhildan" bi rê ve diçe. Doh ciwan ji Luneburgê meşa xwe dewam bikira. Lê li Bardowickê polêsan ciwan sekinandin. Komîteya Amedekar got, polês ji destpêkê ve provakasyonan dike. Komîteyê got, polês bi bahaneyên pûç êrişî ciwanan kiriye.


Polês îdîa kir ku ciwan qaçax li trênê siwar bûne, û xwest nasnameyên wan kontrol bike û bi zorê îfadeya wan bigire. Di weşana zindî ya televîzyonê de polêsan ji xafil êrişî ciwanan kir û 5 ciwan birin nezaretê. Hin ciwan jî di êrişê de birîndar bûn. Ciwanekî bi nexweşiya Sarayê jî di nezaretê de bi edrê ketiye.