• Di salvegera 8ʼan a komkujiya Parîsê de ku tê de sê jinên şoreşger ên Kurd şehîd bûbûn, li gelek bajarên Ewrûpayê li ber sefaretên Fransayê û Buroya Enfermasyonê ya Kurdistanê çalakî hatin kirin. Di çalakiyan de ji dewleta Fransayê re hat gotin, “Dewleta Tirk komkujî kir. Dev ji polîtîka bêcezahiştinê berde.”

Di salvegera 8ʼan a Komkujiya Parîsê de Kurdistanî û dostên xwe li ber Buroya Enfermasyonê ya Kurdistanê ku komkujî lê hatibû kirin û tê de ji damezrînerên PKKʼê Sakîne Cansiz, nûnera KNKʼê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylamez hatin kuştin, çalakiyek hat kirin û Alîkara Şaredarê bajarê mezin a Parîsê Helere Bidard got, “Em ê ji bîr nekin. Rejîma Erdogan ferman da. Divê Fransa vê bê ceza nehêle.”

Saziyên Kurdan ên li herêma Parîs û Ile De France, Tevgera Jinên Kurd û Konseya Kurd a Demokratîk çalakiya li ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê organîze kirin, tevî siyasetvanên Fransî, nûnerên saziyên Kurdan û dostên Kurdan di çalakiyê de amade bûn.

Girse li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Parîsê kom bû û heta ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê meşiya. Li ser navê saziyên Kurdan ên weke KNK, CDK-F, TJK-E, TCŞ, KJK-F û KCDK-E destegul hatin danîn. Li ber Buroyê gul hatin danîn û şem hatin vêxistin.

Alîkara Şaredarê Bajarê Mezin a Parîsê Helere Bidard jî di bîranînê de amade bû û diyar kir ku ew ji sala 2013ʼan ve ango ji roja komkujî hatiye kirin û heta roja îro beşekî têkoşîna ji bo dadê bûne û got, “8 sal derbas bûn û hê weke roja ewil komkujî tê bîra me. 3 jin, 3 siyasetvanên nûnerên aştiyê li nava Parîsê hatin kuştin. Em ê ji bîr nekin. Em dizanin rejîma Erdogan ferman daye. Divê Fransa vê bê ceza nehêle. Ev di heman demê de qirkirina jinê ye.”

Bidard diyar kir ku wê têkoşîna ji bo dadê dewam bike û ji bo Fransa ji vê şermê rizgar bibe, divê tavilê vê darizandina heqîqeta wê tê zanîn pêk bîne.
Diya Sakîne Cansiz jî peyameke bi deng şand û got, “Ez bi keça xwe serbilind im. Keça min miroveke durist bû. Xweş dixebitî. Ez hevalên wê silav dikim. Hûn emanetê Sakîneyê ne. Ez bi we jî serbilind im.” Piştî vê peyamê duruşmeyên “Şehîd namirin” hatin gotin.

Resim bi şaredariyê kirin

Beriya çalakiya bîranînê ya li ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê, wêneyê Zehra Dogan ê sê jinên şoreşger bi avahiya şaredariya herêma 10ʼan a Parîsê ve hatkirin. Bi vî awayî şaredasriyê her sê jinên Kurd bi bîr anî.

SELMA AKKAYA/PARÎS