Çalakiyên 'Dema wê ye' yên li paytext Osloyê, bi Kitêbxaneya Rêbertiyê dest pê kir. Li paytexta Norwêcê Osloyê, çalakiyên 'Dema wê ye, azadî ji Ocalan re' bi pêşengiya UNG-KURD û NCDK'ê li meydana Egertorgetê dest pê kir.

Di çarçoveya çalakiyê de li bin konê agahdarkirinê 'Kitêbxaneya Rêbertiyê' hat danîn û xelk  bi zimanên Norwêcî û Ingilîzî hate agahdarkirin. Parêzname, kitêb û broşurên Rêber Abdullah Ocalan li xelkê vekirîbûn. Çalakgeran jî têkildarî komploya navneteweyî xelk agahdar kir.

Ji ciwanên Partiya Sor a Norwêcê (Rod Ungdom) jî piştgirî da çalakiyê. Sekreterê Giştî yê Rod Ungdomê, Sîgrîd Grûndt Leine li cihê çalakiyê diyar kir ku ew bi Kurdan re ne.
Bi navê Ung-Kurd Rozerîn Algunerhan jî got, "Felsefe û paradîgmaya Rêber Apo ya ji bo aştî, demokrasiya li Kurdistanê û cîhanê û azadiya jinê li pêş çavan e. Ji bo Rêber Apo em ê timî li meydanan bin."

Ariyen Rojhilat ê ji Rojhilatê Kurdistanê jî bal bire ser girîngiya çalakiyê.

Li Norwêcê wê her roj dezgeha agahdarkirinê û Kitêbxaneya Rêbertiyê bên danîn. Roja Şemiyê jî wê meşeke dirêj bê lidarxistin. Meş wê ji ber NCDK'ê dest pê bike.
Duşema bê jî wê li navenda Osloyê û tevahiya Norwêcê çalakî hebin.

ANF/OSLO