- Dewleta Elman nekarî Zubeyde Akmeşe çavtirsandî bike: Berê 3400 Euro cezayê pere lê birrîn, lê wê her doza azadiya Ocalan kir. Niha jî ji ber ku rahiştiye posterên Ocalan, 2 hezar û 700 Euro cezayê pere lê hat birrîn. Ew dibêje, “Ocalan xeta min a sor e. Jê venagerim.”
REWŞAN DENIZ
MUNCHEN
Dewleta Elman bi dadgeriya xwe ya neadil, li Zubeyde Akmeşe ji ber ku rahiştiye posterê Rêber Abdullah Ocalan, 2 hezar û 700 Euro cezayê pere birrî. Akmeşe ji ya xwe venagere û dibêje, “Ocalan xeta min a sor e. Jê venagerim.” Parêzerê wê Dirk Asche jî dibêje, ceza “li dijî azadiya xweîfadekirinê ye” û nerazîbûn nîşanî biryarê da.
Dadgeriya Elman li ser daxwaza dewleta Tirk, krîmînalîzekirina çalakgerên piştgiriyê didin Tevgera Azadiya Kurdistanê, dewam dike. Ji ber ku sembolên li ser wan portreyê Ocalan heye, bi xwe ve kirine, yan jî hilgirtine, sê doz li Zubeyde Akmeşe ya li Munchenê hatine vekirin. Pêr ji ber yekê ji van dozan, Akmeşe derket pêşberî dadgerê dadgeha cihî ya Munchenê. Bi hinceta ku Akmeşe par di sê çalakiyan de wêneyê Ocalan nîşan daye û xwestiye azad bibe, bi binpêkirina qanûna komeleyan tê gunehbarkirin. Çalakî jî ev in: Xwepêşandana 15’ê Sibatê ya li dijî Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê, Mîtînga Azadî ji Ocalan re ya 10 Adarê û çalakiya protestokirina êrişên dagirkeriyên yên dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê ya 20’ê Hezîrana 2020’an.
Sê dozên cihê
Ji ber pankarta doza azadiya Ocalan dike, ala wêneyê Ocalan li ser û stickera bi wêneyê Ocalan a li ser tefona wê, Zubeyde Akmeşe ya 66 salî tê dadgehkirin. Dadgehê bi hinceta têkiliya bi PKK’ê re 2 hezar û 700 Euro cezayê pere li Akmeşe birrî. Ji doza sisiyan wê beraet kir.
Zubeyde Akmeşe nerazîbûna xwe ya ji biryarê li hola dadgehê îfade kir û got, “Li ser Abdullah Ocalan ê li Girava Îmralî ev 22 sal in ragirtî ye, tecrîda giran dewam dike.”
Doza azadiya Ocalan kir
Akmeşe gava ji heyeta dadgehê re peyivî bal bire ser grevên birçîbûnê jî û got, “Tecrîdkirina Ocalan tesîrê li tevahiya civakê dike. Îro ti kes û sazî nikare daxuyaniyekê bide çapemeniyê. Bi rengekî ji rengan civak di hepsekê de ye. Mirov nikare ti doza mafan îfade bike. Ez bi xwe jî. Îro roj, tevahiya miletên dinyayê ji bo azadiya Ocalan têdikoşin. Sendîkaya 6 milyon endamê wê hene, saziyên li welatên Emerîkaya Latîn hin ji van in.” Akmeşe axaftina xwe bi sloganên “Ji Ocalan re azadî” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî kir.
Ji ya xwe venagerim
Piştî rûniştina dozê, Akmeşe ji rojnameya me re got, “Encam çi dibe bila bibe, ez xwe nadim paş. Ocalan xeta sor a miletê Kurd e. Armancake me ya tenê heye: Azadbûna Rêbertiya me, tenduristiya wî û betalkirina tecrîdê.”
Wê got, “Azadiya Ocalan a miletê Kurd e” û wiha dewam kir: “Weke li dadgehê, ez ji we re jî doza xwe ya azadiya Abdullah Ocalan dubare dikim. Ev mafekî insanî ye û ez bawer dikim ji bo ku tecrîd betal bibe, divê têkoşîn xurt bibe. Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye.”
Li dijî azadiya xweîfadekirinê ye
Parêzerê Akmeşe, Dirk Asche jî ji me re got, di çalakiyên îfadekirina daxazên giştî yên siyasî de nîşandana posterê Ocalan weke sûc hatiye dîtin, lê di çalakiyên ji bo azadiya Ocalan de nîşandana van posteran sûc nayê dîtin. Asche got, “Ev li dijî azadiya xweîfadekirinê ye. Em vê biryarê qebûl nakin. Heta ku biryara beraetê bê dayên em ê hewl bidin.”
Sala 2019’an jî bi heman hincetê heman dadgehê 3 hezar û 400 Euro cezayê pere li Zubeyda Akmeşe birrîbû. Hingê jî wê gotibû, ceza wê bi wê nikaribin.