Ji bo Kurdê penaber Idrîs Îsen ku par xwe li Elmanyayê girt, Daîreya Koçberî û Penaberan (BAMF) biryareke skandal da. Daîreyê xwest Idrîs Îsen teslîmî Tirkiyê bike.
Idrîs Îsen dema zanîngeh dixwend, ji ber têkoşîna demokratîk 6,5 sal ceza lê hat birrîn, li ser vê wî xwe sala 2011´an avêt bextê Başûrê Kurdistanê. Lê ji ber zextên PDK´ê ew neçar ma ku sala 2018´an Başûr bi cih bihêle û bibe penaber li Elmanyayê.
BAMF´ê daxwaza penaberiyê ya Idrîs Îsen red kir. Di biryara BAMF´ê de pesnê rejîma erdogan tê dayîn, mehkemeyên zextê yên dewleta Tirk jî tên rewakirin. Ji ber ku mehkemeyên Tirk ji ber endametiya rêxistina terorê ceza li Idrîs Esen birriye, mehkemê dibêje, mafê wî yê penaberiyê li Elmanyayê nîne. Jixwe bi biryara înterpolê jî rayedarên Elman gef li Idrîs Îsen xwarine da ku ji Elmanyayê dernekeve, yan na ew ê bê girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN