Ristem Heftaro (Haftaro) muzîkjenekî Kurd ê ji Efrînê ye ku niha li Elmanyayê penaber e. Ristem ê 36 salî niha ji bo bibe perwerdekar diçe zanîngehê. Ji Badischer Zeitungê Claudia Fuessler pê re hevpeyvîn kiriye. Di hevpeyvînê de Ristem Heftaro dibêje, ew dixwaze rêza ji kal û pîran re tê girtin û peywendiyên malbatê jî fêrî zarokan bike ku bi ya wî li Elmanyayê kêm in. Ew wekî din ji bo meclîsa koçberan a Freiburgê jî namzet e. Li ser du pirsan ew behsa siyasetê dike. Li ser pirsa tu rojekê karibe bi kesekî re cihê xwe biguhere tê çi bikî, ew dibêje; "Bi serokdewletê Tirk Tayyip Erdogan re; min ê mafê Kurdan hemûyan bida wan, erda wan bi da wan. Û paşê bi şertê ku careke din nebim serokdewlet îstîfa bikim."
Li ser pirsa xewna te ya manşeteke di rojnameyê de çi ye jî, Ristem Heftaro dibêje, "Herêma Efrînê hat rizgar kirin û xweser di destê Kurdan de ye".
Lê ew beriya her tiştî muzîkjen e. Ew tembûrvan û derbûqejen e. Herê zêde jî "li muzîka Kurdî" guhdarî dike. Şivan Perwer jî di muzîkê de ji xwe re weke model dibîne.
FREIBURG