Ebrahim Abdi Jenekanlo yê ji Rojhilatê Kurdistanê, ji ber zilma rejîma Îranê li Elmanyayê doza penaberiyê kir. Lê Elmanyayê serlêdana wî red kir û ji bo dersînorkirinê xist zindanê. Li ser nerazîbûnan Ebrahim hat berdan.
Parêzerê Ebrahim, Necsal Dişli der barê rewşê de agahî da û got: “Dozeke nû ya penaberiyê hat vekirin. Ji bo vê jî me belge şandin. Xalê wî nivîsek şand tê de qala rewşê dike. Me ev nivîs wergerand û da dadgehê. Şemiyê li min pirsîn û gotin sibehê saet li 9:00ʼan berdane. Heta serlêdana wî ya panberiyê encam bide wê neyê dersînorkirin. Ez gelek kêfxweş im ku min mirovek ji darvekirinê xilas kiriye.”
NAVENDA NÛÇEYAN