Dosya dan KEʼyê

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 15 Cotmeh 2020 - 22:54

BARIŞ BALSEÇER

 

Ji bo azadiya Rêber Apo çalakiya rûniştinê ya li ber Konseya Ewrûpayê ya li bajarê Strasbourg ê Franseyê di roja pêncan de ye. Çalakiyê mehekê dewam bike û her hefteyê wê komek çalakiyê dewr bigire. Hefteya pêşiyê nûnerên sazî û dezgehên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewrûpayê çalakiyê didomînin. Gelek kes diçin serdana çalakgeran û helwesta xwe diyar dikin.
Çalakgerên vê hefteyê dosyayên der barê tecrîdkirina Rêber Apo de dan nûnertiyên dewamî yên endamên Konseya Ewrûpayê. Dosya ji aliyê KCDK-E ve li bin sernavê “Bes e, ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re: dem dema azadiyê ye” hatine amadekirin. Dosya radestî nûnertiyên Awusturya, Swîsre, Elmanya, Qibris, Hollanda, Franse, Luksembûrg, Belçîka, Danîmark, Fas û Swêdê hatin kirin. Xebatên di vî warî de jî wê mehekê dewam bikin. Di dosyayan de tê bi bîr xistin ku Rêber Apo 7 hezar û 914 roj in êsîr e. Li meydana ji bo azadiya Ocalan 9 sal in nobet tê girtin resmên Rêber Apo hatin danîn.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.