Di doza PKK´ê biriye Dîwana Edaletê ya Yekîtiya Ewrûpayê de, Dîwana Edaletê hincetên delweta Tirk red kirin, lê yên Kîmîsyona Ewrûpayê erêkirin. Ji ber wê jî tenê ji bo sala 2014´an PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst hatiye derxistin û ji bo salên mayî heta 2020´an, biryarên Komîsyona Ewrûpayê weke xwe hatine hiştin.
Dîwana Edaletê ya Yekîtiya Ewrûpayê doh biryara xwe eşkere kir li ser miracaetên PKK´ê yên li dijî di lîsteya rêxistinên terorîst de bicihkirina navê xwe.
Dîwana Edaletê her du lîsteyên sala 2014´an red kirin. Dîwana edaletê di lîsteyan de bicihkirinên din ên heta sala 2020´an red nekirin.
Her alî mesrefên xwe dide
Li gorî adetê, aliyê dozê wenda dike, mesrefan dide, lê Dîwana Edaletê di biryara xwe de got, her alî wê mesrefên xwe bide. Di hincetên biryarê de, ji ber ku hin argumanên aliyê PKK´ê hatie qebûlkirin, weke ku aliyê mutleq bi serketî yê dozê nebe, hatiye qebûlkirin û sedema parvekirina mesrefan jî ev e.
Sedema redkirina lîsteyên Komîsyona Ewrûpayê yên sala 2014´an de jî bêbingehbûna îdîayên Tirkiyeyê bûye. Di lîsteyên paşê de Komîsyona Ewrûpayê cih nedaye van îdîayan.
Rê li ber temyîzê vekiriye
Aliyê miracaet kirî, yanî PKK dikare biryarê bibe temyîzê. Parêzerên aliyê PKK´ê derbarê helwêsta xwe de hîna daxuyaniyek nedane.
Çav li rê ye ku Dîwana Edaletê biryara xwe ji bo miracaeta elaqedarî lîsteyên ji 2020´an û vir ve jî 14´ê Kanûnê eşkere bike.
Ji parêzerên MAF-DAD´ê Mahmut Şakar li ser miajrê got, “Piştî mitaleyeke berfereh a bi parêzeran re, em biryarê bidin ka em ê rêyeke çawa bidin ber xwe, em ê biçin temyîzê ya na.”
Di hincetên Dîwana Edaletê de aliyê herî ecêb ew bû ku wê got, erkê Komîsyona Yekîtiya ewrûpayê ye ku biryarê bide ka kî terorîst e û kî ne terorîst e.
LUKSEMBURG