Navendên Civaka Demokratêk a Kurd (NCDK) ên li Ewrûpayê kongreyên xwe li dar dixin û erk û fonksiyona meclîsan minaqeşe dikin. Di nava tesbîtên sereke de ev hene:
 - Meclîs ne xwediyê wê performansê ne ku mirov ji wan hêvî dike, ne dînamîk in.
- Beşdariya jin û ciwanan kêm e.
- Bikaranîna Kurdî ne li pêş e.
- Xebatên çêkirina aboneyan.

Rêxistina sîwan a NCDK´yên li Bakurê Elmanyayê FED-DEM´ê, NCDK´yên Frankfurt, Darmstadt û Bensheimê yekşema bihurî kongreyên xwe li dar xistin û rêveberiya xwe nû kirin. 

FED-DEM´ê kongreya xwe ya asayî ya 3´yan li Hildesheimê li dar xist. Kongre bi beşdariya qederê 100 delegeyan pêk hat. Piştî xwendina raporên siyasî û malî, delegeyan xebatêîn 2 salan ên FED-DEM´ê nirxandin. Delegeyan rewş û fonksiyona meclîsên li bakurê Elmanyayê diviyabû pirsgirêkên Kurdistaniyan ên civakî, siyasî û çandî hal bikin, nirxand. Di kongreyê de îşaret bi kêmasiyên xebatên meclîsan û girîngiya xwedîderketina li komeleyan hat kirin. 

Çi qasî bikêrhatî ne?

Di kongreyê de hat gotin, meclîs û komele divê her yekî her wiha mîna konsolosxaneyekê kar bikin û ev tesbît hatin kirin: "Beriya her tiştê di zêhniyetê de divê em azad bin. Kesê vê neke wê çi qasî hevjîn û zarokên xwe bixe nava xebatan? Kesekî bi tirkî bipeyive, rabe ji kesên li derdora xwe re bibêje, bi Kurdî bipeyivin, ma wê çiqasî cidî be? Meclîseke jin û ciwan tê de nebin wê çiqasî bi erkên xwe rabe?"

Meclîsên mêran

Di dewamê de ev rexne li FED-DEM û rêxistinên wê hat girtin, “Gelek meclîsên me eynî bûne meclîsên mêran. Îradeya jin û ciwanan têra cidî nayê dîtin. Ji bo ku meclîs û komele bi rola xwe rabin. divê amûrên xwebirêxistinkirinê bên nûkirin. Rêxistineke li gorî pêdiviyên civaka me lazim in. Ciwan divê bêhtir bi erka xwe karibin rabin. Diuvê em rêxistinên ciwanan karibin ava bikin." 

Divê fermî bibin endam

Di kongreyê de çalakiyên saziyan daimî yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk jî hatin nirxandin û hat gotin, ev ne bes e: "Paralelî vê divê em xwedî li saziyên xwe derkevin. Li komeleyên xwe nabe ku em tenê endamên dilxwaz bim, divê em fermî bibin endam. Em kesên li dora xwe bikin endam. Em ji hevjîna xwe û zarokên xwe destpê bikin, û bibin welatparêzên serdema nû." 

Hevserokên nû hatin hilbijartin

Piştî minaqeşe û nirxandinan, komîsyonên dsîplîn û teftîşê jî hat hilbijartin. Desteya Rêveberiyê ya nû ya ji 11 kesan jî hat diyar kirin. Di hilbijartinan de Latif Karakaş û Sebahat Ergin bûn hevserokên FED-DEM´ê.

Rêxistinî ji malê destpê dike

NCDK a Frankfurt kongreya xwe ya 7´an li dar xist. Piştî rêzgirtina ji bo Şehîd Amara (Ekin Ceren Dogruak) û şehîdên Gulanê, kongreyê dest pê kir. Piştî hilbijartina dîwanê û nirxandinên siyasî, raporên xebatê û malî hatin xwendin. Do kongreyê de behsa rewşa pandemiyê hat kirin û hat gotin, xebatên komeleyê di dema pandemiyê de kêm mane. Wekî din hat gotin kampanyaya endametiyê jî xweşik nehatiye birêvebirin. Di kongreyê de meclîseke 40 kesî hat diyarkirin. Meclîs wê di warên “Siyasî, Huquqî, Civakî, Çandî, Ekolojîk, Aborî, Diplomatîk, Xweparastinê’ xebatan bike. Di kongreyê de ciwan kêm bûn û beşdar bi pirranî navsere bûn. Di kongreyê de ev rewş jî hat rexnekirin. Di hilbijartinan de hevserokên NCDK a Frankfurtê jî hatin hilbijartin. 

Karê pêşî dersa Kurdî

Ji hevserokên nû Firat Vural got, ew ê dersên kurdî yên ku beriya pandemiyê hatibûn destpêkirin ji nû ve çalak bikin. Vural got, „Em dixwazin ji her çar parçeyên Kurdistanê mirov li komeleyê bi nûneriya xwe hebin. Em ê têkiliyê bi hevalên van demên dawiyê ji welêt hatî re deynin û li Ewrûpayê xasma li Elmanyayê xurttir bikin." 

Tirkiyeyê boykot bikin

Meclîsa Gel a Demokratîk a Darmstadtê kongreya xwe ya 9´an li dar xist. Di kongreyê de îşaret bi êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hat kirin û hat gotin, "Li Îmraliyê êrişên pirr berfireh hene. Milet li ber xwe dide. Dewleta Tirk li Zap, Avaşîn û Metînayê êriş dike, gerîla li ber xwe dide. Beramberî van hemûyan, em li Ewrûpayê dikarin çi bikin? Divê em vê xweşik minaqeşe bikin û têkoşînê xurt bikin."
Di kongreyê de ji Kurdistaniyan hat xwestin ku ne mecbûrî be di dema betlaneyê de neçin Tirkiyeyê û wê boykot bikin. 
Piştî xwendina raporên xebatê û yên malî, meclîsa nû ya ji 37 kesan hat hilbijartin. Murşide Oltan û Mehmet Çetin bûn hevserokên nû.

Bensheimê kongreya 8´an

NCDK a Bensheimê kongreya xwe ya 8´an li dar xist. Di kongreyê de xebatên sala bihurê hatin nirxandin. Meclîsa nû wê di 8 waran de xwe birêxistin bike. Hatice Poyrak û Musa Zen jî bûn hevserokên nû.

NAVENDA NÛÇEYAN