Divê em biguherin

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 24 Îlon 2020 - 02:00

NÎHAL BAYRAM/MURAT MANG

13ʼê Îlonê ji alî şêniyan ve li eyaleta herî mezin a Elmanyayê li Nordrhein Westfallenê (NRW) hilbijartina herêmî hat kirin. Di lîsteyên hinek partiyan de Kurdistanî jî ketin meclîsan. Bi giştî kurdistanî zêde neçûn ser sindoqan. Lê ciwanên Kurdan ên li vir mezinbûne bawer dikin ku divê di mekanîzmayên biryarê yên welêt de cih bigirin.
Li eyaleta Nordrhein Westfalllen bi qasî 5 mîlyon koçber hene. Di hilbijartinê de herî zêde hevparê desthilatê CDU girt. Herçiqasî CDU û SPD dengê xwe kêm kirin jî di rêza duyemîn de cih girtin. Keskan dengê xwe bilind kirin û di rêza sêyemîn de cihê xwe girt. Partiya Çep bi qasî 0.8 dengê wê kêm bûn.
Di hilbijartina li qederê 30 bajar û navçeyan de Kurdistanî û dostên wan jî bibûn namzet. Li Essenê Civan Akbulut û Hussein Khorrami, li Aachenê Baran Yenen, li Bonnê Karaja Hayam, li Duisbûrgê Mîrze Edîş û Aneta Asenova Chocheva, Euchskirchenê Muhammed Alkan, li Remscheidê Mehmet Keser, li Herfordê Erdal Ekinci, Nazım Acar û Lezgin Kocaş hatin hilbijartin.
Namzetên Kurd bi giştî rexne kirin ku Kurd dadikevin meydanan lê naçin ser sindoqan û bi vê rexneyê xwestin Kurd û Kurdistanî di vî warî de bêhtir hestyar û berpirsiyar bin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.