Li bajarên Hambûrg, Frankfurt, Berlin û Munîh ê Elmanyayê komkujiya Parîsê bi çalakiyan hat bibîranîn. Di çalakiyan de pankart hatin hildan û duruşme hatin gotin. Di hin çalakiyan de jî gul hatin danîn û şem hatin vêxistin. Di çalakiyan hemûyan de hat gotin, divê daraz bi erka xwe rabe û ev komkujiya kiryarê wê tê zanîn were mehkemekirin û cezakirin. Dîsa di hemû çalakiyan de beşdaran anîn ziman ku ew ê ti carî ji bîr nekin. POLÎTÎKA AZAD
Divê daraz bi erka xwe rabe