Beriya niha bi 26 salan Kovara Jinên Kurd Jujinê Kanûna sala 1996'an dest bi weşanê kir. Gelek jinên ku di kovara Rozayê de cih girtin, piştî bi demekê xwestin bi Jujinê kovargeriya jinê dewam bikin.
Çima Jujin?
Jinên ku navê kovarê lê kirin hingê wiha bersiva vê pirsê dan; "Me navê Jûjî bi kar anî; Bi vî navî me xwest ku em jinên wekî zayenda duyemîn tên dîtin, li dijî tundiya li me tê kirin û neparastina xwe derkevin. Li dijî hemû pêkanînên neyînî yên li ser me, me dixwest ku striyên me, sîxên me hebin û em pê xwe biparêzin. Ev strî û sîxên me yên ji bo parastina me ne, ew ê li dijî nihêrîna mêrê serdest a li jinê bibin çeka parastinê. Jujin wêneyê berxwedana me ye yê ku li hemberî xeterên ku em pê re rûbirû dimînin û li dijî vê strî û sîxên xwe nîşan didin."
Koma Jujinê bi kovara xwe piştevaniya jinên serbixwe dikir û digot; "Em dixwazin piştevaniya têkoşîna nasnameya jinên Kurd a neteweyî û zayendî bikin û em dixwazin di serî de jinên Kurd bi giştî di nava hemû jinan de girêdaneke hestiyar a bi hev re çêkin."
Kovara Jujinê heta sala 2000'î weşana xwe dewam kiribû, bi şêwezarê Kurmancî yê Kurdî jî gelek nivîs hatine weşandin.
NAVENDA NÛÇEYAN