- Polîsan bi giştî 9 jin kirin binçavan.
Li Tirkiyê polîsan li Balikeserî bi ser malên Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş, Berdevka Meclîsa Jinan a Sosyalîst SKM'ê Denîz Aktaş û endamên Komîteya Navendî ya SKM'ê de girtin û li malê binçav kirin.
Polîsan bi giştî 9 jin kirin binçavan. Dîsa polîsan bi ser mala Hevseroka HDP'ê ya Edremîtê Sevgî Ozden a li Altinolukê de girtin û li malê kirin binçavan.
Kesên ku polîsan ew kirin binçavan ev in: Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş, Berdevka SKM'ê Hatice Denîz Aktaş, endamên Lijneya Navendî ya SKM'ê Çîçek Otlu, Satiye Ok, Zuleyha Mangan, Ezgi Bahçeci, Tanya Kara, Ebru Yîgît û Hevseroka HDP'ê ya Edremitê Sevgi Ozdem.
NAVENDA NÛÇEYAN