SÎBÎLYA EL-ÎBRAHÎM/JÎNHA/MINBIC
Navenda Çand û Huner a Minbicê, piştevaniya gelek kesên şareza dike.
Li Minbicê yek ji pêkhateyên avaker Çerkez in. Navenda Çand û Huner a Minbicê, derfetê dide Zêneb Îshaq a Çerkez ku bi zimanê dayikê stranan di çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibêje. Zêneb Îshaq endama koma Evîn Goyî ya navendê ye.
Zêneb Îshaq ji sala 2020’an ve tevlî nava xebatên navenda Çand û Huner bûye, û pêre pêre xwe bi pêş ve biriye û derdikeve ser dikê.
Ji bo xebatên hunerî yên jinan ew dibêje, “Hebûna jinan li Navenda Çandî û warê çandî de bi giştî kêm e ji ber hişmendiya baviksalarî ya civakê ku ketina jinan di nava warê çandê de qedexe dike. Lê min dema xwe di navbera xwendinê û stranan de bi rêxistin kir, ev pirsgirêk min li pey xwe hişt. Bi riya hebûna min a li vir, min dikaribû nêrîna civakê ya li jinan biguherînim bi riya kesayet û hebûna xwe di warê çandî de.”
Der barê rola Navenda Çand û Hunerê di xuyakirina Çanda Çerkez de li bajarê Minbicê jî ew dibêje, “Bi saya fikra projeya Neteweya Demokratîk rê li pêşiya pêkhateyan vebû ku çanda xwe ya dayikê derxin pêş. Weke ciwanek bi zimanê Çerkez cara yekem e li Minbicê û gundewarên wê stranan dibêjim.”
Zêneb Îshaq tevlî hemû çalakiyên bajarê Minbicê û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dibe û dibêje, “Ez beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê û yên Newrozê bûm, min bi zimanê Çerkezî stran gotin. Pirraniya wan stranan li ser welatê min Qoqaz û koçberiya Çerkezan a bi darê zorê ne.
Jinên şareza divê benda tirsê bişkînin û şarezatî û çandên xwe yên veşartî derxin pêş. Ez hêvî dikim xwe bêhtir bi pêş bixim û bi dengê xwe û stranan, çanda Çerkezan derxim pêş.”
Navend pirrreng e
Hevseroka navendê Roz Îshaq jî dibêje, “Gelek komên şanoger û komên stranan û komên jinan taybet hene. Komên bazdanê kêm in lê em hewl didin wan jî ava bikin. Koma şehîd Evîn jî bi şehadeta Evîn Goyî ava bû. Ji bo bibîranîna wê bi navê wê bû, ev komek taybet e ji jinan pêk tê û niha bingehîn e. ”
Roz Îshaq li ser dengê Zêneb Îshaq de dibêje: “Em li navenda Çand û Huner her dem hewl didin pêkhateya Çerkez jî derxin pêş lê tenê bi şahiyên Çerkezî sînordar bû û stran bi zimanê Çerkezan tinebûn. Heta em rastî keça ciwan Zêneb hatin. Me dît ku dengekî wê yê xurt û ciwan heye. Me piştgiriya wê kir da ku bi zimanê xwe stranan bibêje û bigihîje vê astê. Zêneb tekane ciwana bi zimanê Çerkesî li bajarê Minbicê distirê.”