Ciwanên Kurd li Zanîngeha Vaihingenê ketin hundirê mafiyekê û ji xwendekaran re qala sûcên dewleta Tirk ên li Kurdistanê kirin.
Ciwanên Kurd ji bo balê bibin ser sûcên şer ên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, li Zanîngeha Vaihingenê ya li Stuttgartê çalakiyeke îteatnekirina sivîl kirin.
Ciwan di dema dersê de ketin hundirê amfiyekê, pankarta li ser nivîsandî "Êrişên bi çekên kîmyewî yên li dijî gelê Kurd rawestînin" hilda. Wan paşê daxuyhanî da û belavok li xwendekaran belav kir.
Ciwanan di daxuyaniyê de got, "Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê her roj gazên bi jehr li hemberî gerîlayên Kurd bi kar tîne, li Rojava û Şengalê her roj bombeyan li cih û warê sivîlan dibarîne. Ciwanên di emrê me de yên ku ji bo azadiya jinê, demokrasî û ekolojiyê dixebitin, bi rengekî bêrehm têne kuştin. Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî, OPCW ji şopandina çekên kîmyewî û îmhakirina van çekan berpirsyar e. Li dijî hevkariya bi vî sûcê dewletê re, divê em piştevaniya xwe nîşan bidin. Jin, ciwan, xwendekar divê xwe bidin ber bar."
Ciwanan çalakiya xwe bi gotina dirûşman bi dawî kir.
ANF/STUTTGART