Ciwan ji civakê doza Kurdî dikin

Nûçeyên Jin

În 22 Gulan 2020 - 17:06

Jinên ciwan ên Kurd dibêjin, divê Kurd zimanê xwe biparêzin: “Em hemû ji vê rewşê berpirsiyar in. Lê em dikarin xwe ji vê rewşê xilas bikin. Divê em li sûkê, li marketê û li her derê bi Kurdî biaxivin û zimanê xwe biparêzin.”

Nêrgiz Acar, Kubra Esîn û Şîrîn Endîşe ji bo parastina zimanê Kurdî dixebitin. Nêrgiz Acar dibêje, “Îro gelek Kurdên me zimanê xwe ji ber polîtîkayên bişaftinê ji dest dedin. Gelek ciwanên me dibêjin, ‘fêm dikim lê nikarim biaxivim’. Herî zêde li Bakurê Kurdîstanê bişaftin heye. Bav û kalên me digotin, ‘Mal Mekteb e’. Lê belê em ji bo zarokên xwe mala xwe nakin mekteb. Êdî bav û kalên me, dayik û pîrikên me jî bi me re bi Kurdî xeber nadin û bi hev re jî pirr kêm bi Kurdî xeber didin. Zimanê me li ber nemanê ye. Di vê rewşê de em tev sucdar in lê tenê em tevde bixebitin, em ê bi ser kevin.”

Kubra Esîn ku ji bo bipêşxistina kirmanckî dixebite, dibêje, hebûna netewan zimanê wan e: “ Ziman; xwe ji dengê dayikên me xwedî dike. Heger mirov bi qîmeta eslê xwe nizanibe, dibe xemsarê mirina zimanê xwe jî. Lê divê mirov baş zanibe, mirov bê ziman bê nasname ye. Lê îro ciwanên Kurd herî zêde li zanîngehan bi hişmendiya dîrok û zimanê xwe dihisin. Kurdên perwerde dibin rastiya Kurdan jî dibinin û xwe nas dikin. Bi wî awayî xwedî li ziman û çanda xwe derdikevin û têdikoşin. Divê hemû ciwanên Kurd hay ji girîngiya zimanê xwe hebin û wî biparêzin.”

Şîrîn Andîşe ya ji Rojhilatê Kurdîstanê bal bire ser zaravaye soranî: “Ziman nasnameya netewe ye. Li rojhilatê Kurdistanê çend zaravayên Kurdî hene. Komek mirovên bi rûmet, welatparêz û kurdperwer bi awayekî xwebexş li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê belav bûne. Li dibistanan, mizgeftan, fabrîkeyan, qehwexaneyan û li malan jî gelê me yê Rojhilat hînî rênûsa Kûrdî dikin. Gelek kes jî hînî nivîsandin û xwendina Kurdî bûn.” 

 JINNEWS/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.