• Hinek ji saziyên ragihandinê di dosyên kuştina jinan de dibin platformek ji bo parastina kujeran.

Hinek ji saziyên ragihandinê di dosyên kuştina jinan de dibin platformek ji bo parastina kujeran. Civaknas û Rojnamevan Nasik Qadir rexne li van saziyên ragihandinê kir û got, hinek caran saziyên ragihandinê xwe dixin cihê aliyên peywendîdar ên wek dadwer û dadgehê û bi awayekî bêberpirsyarane tevdigerin.

Li Herêma Kurdistanê ji serê salê ve nêzî 10 jinan bi şewazên cuda hatine kuştin. Her carekê bûyerek kuştina jinê rû dide, pirraniya saziyên ragihandinê van bûyeran dixin manşetên xwe yên sereke.

‘Da ku bîner destxweşiyê li kujer bikin’

Kuştina jina ciwan a bi navê Marî ya 20 salî a ku şeva 6’ê Adarê li Hewlêrê ap û birayê wê ew kuştin, mînaka yekê ji van bûyeran e ku hinek saziyên ragihandinê li ser bûyerê gelek nûçe û şiroveyên cuda kirin. 

Civaknas û Rojnamevan Nasik Qadir derbarê mijarê de got: “Di bûyerên kuştina jinan de wek mînak, me dît bûyera kuştina Marî ji sedî 85’ê malperan dema nûçeya kuştina wê dan, wêneyê wê yê ku cixare di devê wê de bû belav kirin. Da ku bîner destxweşiyê li kujer bikin û ciwanan ji bo zêdekirina şidetê han bidin.”

Nasik Qadir îşaret bi belavkirina dengê kujerê Marî li ser kanala Mesrûr Barzanî jî kir û got, “Hinek caram ev saziyên ragihandinê yên hizbî, dibin cihgirê saziyên fermî yên peywendîdar. Dibin cihgirê dadwer û dadgeh, bi awayekî bêberpirsyarane tevdigerin. Kujeran tînin ser ekranan û gelek asayî pirsyaran jê dikin. Bi vî karê xwe rê didin kujer parastinê li sûcê xwe bike û karê kirî rewa nîşan bide.”

Di dawiyê de Nasik Qadir daxwaz kir her kes xwe ji van cûreyên nûçeyan û şiroveyên ku dibin sedema zêdebûna şidet û kuştinê, biparêze.  

ROJNEWS/HEWLÊR