• Wezaretê ragihand ku êriş li dijî nuqteyeke ewlekariyê hatiye kirin û êrişkar ji Çadê ketine welatê wan û 16 leşker kuştine, 9 jî birîndar kirine.

Li bajarê Baroua yê li başûr rojhilatê Nîjerê di encama êrişa çeteyên Boko Haram de 16 leşker hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Nîjerê li bajarê Barouayê di encama êrişa çeteyên Boko Haram de 16 leşker hatin kuştin. Wezaretê diyar kir ku êriş ji aliyê 50 kesî ve hatiye kirin û piştî êrişê şer qewimiye.

Wezaretê ragihand ku êriş li dijî nuqteyeke ewlekariyê hatiye kirin û êrişkar ji Çadê ketine welatê wan û 16 leşker kuştine, 9 jî birîndar kirine.

Rayedarên Nîjerê diyar kirin ku qederê 50 êrişkarî hatine girtin û gelek çekên wan jî hatine desteserkirin.

Baroua li herêma Gola Çadê ye. Ji ber êrişên çeteyan ên sala 2015'an qederê 6 hezar kesî herêm terikandiye. Pirraniya mirovên cih û warê xwe terikandin li gundên derdorê ji nû ve bi cih bûn.

NÎJER