Li Nîjeryayê di encama êrişeke Boko Haramê de 42 jin û zarok hatin revandin.
Boko Haram li navçeya Jere ya eyaleta Bornoyê êrişî kesên ku diçûn daran, kir. Di êrişê de jin û zarok bûn hedef û 42 kes hatin revandin. 4 jinan karîn xwe ji destê Boko Haramê xilas bikin.
Ji sala 2009’an ve Boko Haramê bi deh hezaran kes bi çalakiyên hovane qetil kirine. Rêxistin ji sala 2015’an ve li sînorên cîranên welat Kamerûn, Çad û Nîjerê jî êrişan dike. Rêxistin, bi taybetî keçên diçin dibistanê, hedef digire, û zarokan direvîne.
NAVENDA NÛÇEYAN