Cejna Cazûyan rêûresmeke kevn e

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 1 Mijdar 2022 - 05:14

  • Beriya ku “Cejna Cazûyan” bibe fenomeneke modern û bêhtir were naskirin ew di çanda paganîzmê de xwedî ruhekî cuda bû û civakên berê ev roj pîroz dikirin. Nexasim jî di mîhrîcanên Keltan (Roman ji wan re digot Galyayî ) de xwedî ciyekî girîng bû ev roj.

XASÊ CÛNÊ

 

Cejna Cazûyan (pîresêr) ji mêj ve her sal tê pîrozkirin. Di roja dawî ya meha Cotmehê de, yanî di 31’ê Cotmehê de “Cejna Cazûyan” li gelek deveran weke mîhrîcan hatiye qebûlkirin û her sal ev mihrîcan bi coş tê pîrozkirin. Her wiha li gelek welatan ev roj weke “roja betlaneyê” jî hatiye qebûlkirin û di vê rojê de kes naçe kar. Ji dêvla herin kar tevlî mîhrîcanê dibin. Nexasim zarok di vê cejnê de li malan digerin û ji xwe re şekir û pereyan kom dikin. 

Cejna Cazûyan destpêkê li Bakurê Emerîka û Giravên Brîtanyayê weke rojeke taybet hat pîrozkirin. Bi demê re welatên Ewrûpa jî di bin bandora van welatan de man û ew jî vê cejnê pîroz dikin. Her wiha li welatên weke Japonya, Filîpîn û Emerîkaya Latîn jî êdî tê pîrozkirin. Meriv dikare bibêje ku ev cejn weke çandekê li gelek herêman belav bûye û weke rojeke taybet hatiye qebûlkirin.

 

Bingeha cejnê rêûresmên Keltiyan e

Beriya ku “Cejna Cazûyan” bibe fenomeneke modern û bêhtir were naskirin ew di çanda paganîzmê de xwedî rihekî cuda bû û civakên berê ev roj pîroz dikirin. Yanî bingeha vê çandê û rojê diçe rojên berê. Nexasim jî di mîhrîcanên Keltan (Roman ji wan re digot Galyayî jî) de xwedî ciyekî girîng bû ev roj. Wan mîhrîcaneke navdar ya bi navê “Samhain” lidardixist. Ji lo gor zanîn û baweriya wan roja 1’ê Mijdarê bi dawîbûna Havînê û destpêka Zivistanê qebûl dikirin. Di vê demsalê de kesên li zozanan bûn tevî kon û pezên xwe vedigeriyan û li detê bi cih dibûn. Ji xwe maneya “Samhain” jî bingeha xwe ji zimanê Îrlandî digire. Li gor zimanê Îrlandî “Sam” tê maneya havînê û “fuin” jî tê maneya dawiyê. Her wiha cejnên Katolîkan û merasîmên cenazeyan jî tesîra xwe li “Cejna Cazûyan” kiriye di wextê de û bi vî awayî heya roja îro hatiye. Îro li gelek welatan weke rêûresmeke kevn û qedîm tê pîroz kirin.

 

Têkiliya mirî û zindiyan

Li gor baweriya civakên Keltî, di van rojên cejnê de mirî û zindî nêzî hev dibûn. Kesên zindî ku ew hîna li jiyanê bûn dikaribûn bi miriyan re têkiliyên baş çêbikin û xemên di dilê xwe de ragihînin dinyaya wî alî. Ji xwe ew di wê baweriyê de bûn ku tenê beden diçe dinya wî alî û ruhê merivan dîsa vedigere vê dinyayê û bi awayekî ebedî dijî ew ruh. Yanî di bingeha vê cejnê de danûstendin û ji hev fêhmkirin û her wiha parvekirin hebû. Her wiha bi lîstikên şanoyî vê meseleyê didan fêhmkirin û çîrok jî dihatin gotin da ku ev rîtûel qedrên xwe li cem civakê kûrtir bikin. Lê piştî ku Rom bi ser welatên Keltiyan ve girtin gelek rêûresmên wan jî asîmle kirin. Bi wextê re rîtûel û ayînên wan guherîn. Heger em mînakek bidin, mîhrîcana ku berê bi navê “Samhain” dihat pîrozkirin nav guherand û bû “Mîhrîcana Pomana”. 

 

‘Hallowe’en’ yan jî şeva pîroz

Cejna Cazûyan weke rojeke girîng bi navê “Hallowe’en” tê pîrozkirin. Di esasê xwe de ew peyva “All Hallows’Ev’e” îşaret dike ku ew jî tê maneya “Şeva pîroz”. All Hallows’Eve, beriya mîhrîcana “All Saints’ Day” ya Xiristyanan roja 31’ê Cotmehê tê pîrozkirin. All Saints’Day roja 1’ê Mijdarê û All Souls’Day jî roja 2’yê Mijdarê tê pîrozkirin. Yanî dawiya meha Cotmehê û destpêka meha Mijdarê qederê sê rojan merasîmên olî pêk tên ku jê re dibêjin, “triduum”. Ev sê roj bi hevre “Allhallowtide” ava dikin. Ev rojên girîng bi riya dêrên Katolîk tên pîrozkirin û bingeha van merasîman jî diçe heya sedsala 8’an.

Cejna Cazûyan îro bi merasîmên gelek cihê tê pîrozkirin. Di forklora her welatî de bi rengekî cuda xwe nîşan dide. Her çiqas ji rîtûel û merasîmên berê dûr ketibe jî,  ji bo zarok û mezinan xwedî maneyekê ye. Ji lewma jî di vê rojê de mihrîcan tên lidarxistin û zarok cilûbergên xwe li xwe dikin û mal bi mal digerin. 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.