
Koordînasyona Komeleya Jinên Kurdistanê (KJK) ji ber wefata nivîskar Newal El-Sedawî peyamek weşand û got: “Newal bi parastina mafên jinan bû çavkaniya îlham, hêz û serbilindiyê.”
Di peyama sersaxiyê ya Koordînasyona KJK`ê de wiha tê gotin: "Em bi navê KJK`ê sersaxiyê ji xwe, ji gel û jinên Misirê re dixwazin. Em dixwazin bi bîr bixin ku me kesayeteke hêja û doseteke gelê Kurd, her wiha bi taybetî alîgireke berz ya doza jinên Kurd ji dest da.
Em careke din dibêjin; em ê têkoşîna xwe dewam bikin da ku em hêjayî bîranîna wê û mîrata wê ya fikrî bin. Em soza xwe ji bo tevahî jinên herêmê û cîhanê dubare dikin û dibêjin, em ê li hember hemû cureyên cudakariya sîstematîk a li hember jinan, têkoşîna xwe mezin bikin heta ku em azadî û mafên xwe di civakeke wekhev, adil, bi rûmet de bi dest dixin.”
ANHA/QAMIŞLO







