ERDAL ALIÇPINAR
KOLN
Qedexeya derketina derveyî Tirkiyeyê li dijî Hozan Canê, hate rakirin û pêr piştî bi sê salan ew ji êsîriyê xilas bû û çû bajarê Elmanyayê Kolnê. Li balefirgehê keça wê Gonul Ors, dostên wê yên hunermend û siyasetvanan ew pêşwazî kir.
Hozan Canê ji bo destekê bide HDP´ê çûbû Edîrneyê û 22´yê Hezîranê hatibû girtin. Bi îdîaya endametiya rêxistinê 6 sal û 3 meh ceza li Hozan Canê hatibû birrîn. Hozan Cane piştî du salan di hepsê de hat tehliyekirin. Beriya bi sê rojan qedexeya derketina derveyî Tirkiyeyê li ser rabû û wê jî xwe ji êsîriyê xilas kir.
Keça wê Gonul Urs (Dîlan), xizmên wê, rojnamevan û nivîskarê Elman Gunther Wallraff, ji Partiya Çep Jorg Detjen, hunermendên Kurd Hozan Şemdin, Memo Yapıştıran, Kemal Ceylan, rêveberên Navenda Civaka Kurd û gelek kesên din ew pêşwazî kirin.
Ji bo girtiyan zendan vemalin
Hozan Canê li vir daxuyaniyek da û got, “Li Tirkiyeyê bi hezaran girtî bê sûc û guneh di hepsê de ne. Heta Kurd azad nebin, kes ji me azad nabe. Hikûmeta Elman û her kesê din divê ji bo rizgarkirina rehînên li Tirkiyeyê bêhtir bixebitin.”
Keça Hozan Canê Dîlan Örs jî gava çûbû serdana dayika xwe ya di hepsê de hatibû girtin û rehîn mabû. Piştî ku biryara qedexeya derketina derveyî Tirkiyeyê li dijî wê rabû, beriya bi du hefteyan çûbû Elmanyayê. Ew ji rojnameya me re peyivî: “Ji 2 sal û nîvan bêhtir me têkoşîneke zehmet kir. Lê di dawiyê de me mafên xwe bi dest xistin. Ti kesê fikra xwe îfade bike, ne gunehkar e. Em bê guneh in. ‘’
Dewleta Tirk keça Hozan Canê, Gonul Ors jî êsîr kiribû, û dadgehê 10 sal û 5 meh cezayê hepsê li wê birriye.