Çanda xwe di lîstokan de bihewînin

Nûçeyên Jin

Yekşem 20 Îlon 2020 - 23:00

Kollektîfa Jinan bi “Komeleya Berî Her Tiştî Zarok re” projeya "Xewna Zarokan, Cîhana Jinan" pêk tîne. Koordînatora Kollektîfa Jinan Arzû Sunar diyar kir ku armanc wan ew e, zarokan ji pêlîstokên plastîk dûr bixin û got: "Zarok çîrokên xwe dibêjin, jin jî pêlîstokên wan çîrokan çêdikin. Çîrok bi kurdî ne û ji bo pêlîstokan jî cilên gelerî tên çêkirin."
Komeleya Berî Her Tiştî Zarok ku di sala 2017’an de bi armanca parastina ziman, çand û hunerê hat avakirin, bi xebatên xwe yên cûr bi cûr heta îro bi awayekî rêkûpêk xebatên xwe didomîne. Niha jî ligel Kollektîfa Jinên Komeleya Berî Her Tiştî Zarok, ji bo projeya bi navê ‘Xewna Zarokan, Cîhana Jinan’ re dest bi xebatan kirin. Der barê projeyê de Koordînatora Kollektîfa Jinan a Arzû Sunar axivî.

Hêvî, bawerî, şens û hezkirin

Arzû got: “Me di meha sibatê de Kollektîfa Jinan bi kursên wek hobî dabû destpêkirin. Lê piştre pêvajoya pandemiyê dest pê kir û ji ber vê sedemê me navber da xebatên xwe. Pandemî li ser xebatên me gelek bandoreke neyînî kir. Em beriya pandemiyê ligel zarokên xwe tevlî xebatên atolyeye dibûn. Me dîsa di meha hezîranê de starta xebatên xwe da. Niha jî bi xebata bi navê ‘Nefel Amigurumî’ de xebatên xwe dimeşînin. Wekî tê zanîn nefel bi 4 pelên xwe yên tê wateya; hêvî, bawerî, şens û hez kirinê. Me li ser vê fikr û nîqaşên xwe kir û vê projeya xwe pêşkêşî Komeleya Berî Her Hiştî Zarokê kir. Bi vî awayî em ketin rê."
 
Hedef 100 jin in 

Arzû diyar kir ku xelk ji kollektîfa wan razî ne û got: “Me bi 36 jinan dest pê kir lê belê hedefa me xwe gihandina 100 jinan e.  Di nav vê kollektîfê de projeya bi navê ‘Xewna Zarokan, Cîhana Jinan’ starta xwe da.  Di vê projeye de jî 8 dayik 8 zarok ligel hev dixebitin. Zarok çîrokan dinivîsinin, dayik jî bi hunera amîgurumî dekor û karakterên çîrokê çêdikin. Di dawiyê de jî bi wan bi zimanê dayikê xêzefîlmek tê çêkirin. Zimanê pêlîstokan bi kurdî ye. Ango navê pêlistokan bi kurdî didin. Her wiha niha kincên pêlistokan modern in lê kincên gelerî jî dê werin çêkirin.”

JINNEWS/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.