Bi minasebeta hefteya çanda Kurdî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd çend çalakiyên çandî û hunerî li bajarê Fînlandiyayê Oulu hatin lidarxistin.
1’ê Cotmehê li bajarê êvareke muzîk û govendê û her wisa îmzakirina pirtûka hunermend Cewad Merwanî ya arşîva stranên Radyoya Kurdî ya Êrîvanê hat lidarxistin. Êvara 3’ê Cotmehê jî li Helsînkî dîsa bi beşdarbûna çendîn hunermendan şeveke çandî hate lidarxistin.
Hunermend Cewad Merwanî dîsan bi dengê xwe û pêşkêşkirina pirtûka stranên Kurdî reng da şevê. Di şevê de Kardo Şêxo, Piştîwan Ubeyd jî bi dengê xwe şeva çand û huner dewlemend kirin.
Li şeva çand û huner, Cewad Merwanî û lêkolînerê mûzîka Kurdî Hêmin Osman û hunermend Reşîd Feyzînecat li ser xebatên radyoyên Kurdî û girîngiya parastina muzîka Kurdî û xebata bo wê, axivîn. Hunermendê Rojhilatê Kurdistan Reşîd Feyzînicad her wisa bi rêya vîdeo tevlî bernameyê bû. Nivîskar û hozanê rojavayî Erdelan Ebdo jî tevlî bernameyê bû û behsa xebata xwe ya hunerî û pirtûka xwe ya bi navê “Dema mirî dimirin” kir.
Endamê koma parlamenterên dostên gelê Kurd ji koalîsyona çep a Fînlandiyayê Paavo Arhinmäki beşdarî şevê bû û peyamên piştgiriyê dan. Di şevê de bi însiyatîfa jinan, xwarinên Kurdistanê hatin çêkirin û ev xwarin pêşkêşî mêvanan hatin kirin.
ANF/HELSÎNKÎ