Aktivîstê Kurd, Bilêse Umer Sabir ê xelkê Ranyayê, li Swêdê hate qetilkirin. Aktivîstê Kurd, Bilêse Umer Sabir ê Ranyeya ser bi Silêmanî, li paytexta Swêdê Stockholmê hate qetilkirin.

Çend roj bû agahî ji Sabir nedihat wergirtin, li ser vê doh polîs hatin agadarkirin. Piştî lêkolînan, cenazeyê Bilêse Umer li oteleke Stockholmê hate dîtin. Polêsên Swêdî heta niha derbarê bûyerê de ti agahî belav nekirine.

Hêjayî gotinê ye, Bilêse Umer sala 2014’an di dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê de berê xwe dabû Kobanê û weke şervanekî demekê li Kobanê mabû. Piştre ber bi Ewrûpayê diçe û li bajarê Stockholmê bi cih bûbû.

STOCKHOLM