Dadgeha temyîzê ya Monsê li Belçîkayê da zanîn ku ew ê înê (yanî sibe) biryara dawî li ser doza qetilkirina Mawdayê bide. Di dozê de polêsek tê dadgehkirin ku şeva 16´ê Gulanê diqulibê 17´ê Gulanê, sala 2018´an li ser otobahna E42 gule li minîbuseke penaberan reşandibûn. Di encamê de Mawda ya 2 salî ya ji Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû.

Polês îdîa kiribû ku wî gava gule reşandine Mawda nedîtiye. Lê Mawda li pêşiya wesaîtê bû. Dozgeriyê di doza li dijî polês de ti qest nedîtibû û ji ber şaşiya di awayê destwerdanê de û di encamê de mirina kesekî doz vekiriye. Dê û bavên Mawda û rêxistinên mafê mirovan weke laiyê mudaxil dixwazin ku polês bi cezayekî girantir bê dadgehkirin.

BRUKSEL