Bi muzîkê li çar milên Kurdistanê digerînin 

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 21 Çile 2023 - 05:57

  • Koma Ma li Enqere, Stenbol, Izmîr û Amedê konseran dide. Koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar ji bo beşdariya li konseran bang li xelkê kir û got: Werin li muzîka Kurdî ya ku dê we li çar milên Kurdistanê bigerîne, guhdarî bikin.

BAZÎD EVREN/MA/AMED

 

Koma Ma ku koma saziya perwerdehiyê ya Ma Musicê ye, amadekariyên xwe yên ji bo konserên li Enqere, Stenbol, Izmîr û Amedê didomîne. Ma Music berdewamiya Konservatûara Aram Tîgran e û ev 5 sal in bênavber di warê muzîkê de xelkê perwerde dike. Heta niha bi hezaran zarokên Kurd, li Ma Musicê perwerde bûn, çand û muzîka Kurdî nas kirine, hîn bûne. Ma Music niha jî dixwaze bi konseran performansa xwe nîşanî muzîkhezan bide. 

 

Stranên kêmbihîstî 

Koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar bal bire ser taybetiya muzîka Ma Musicê û da zanîn ku ji bo ew behsa taybetmendiya muzîka xwe bikin, hewce ye ew vegerin destpêka avabûna saziyê û armanca Ma Musicê û Konservatûara Aram Tîgranê. Kanîwar destnîşan kir ku ew hewl didin, tiştekî zêde bikin li muzîka Kurdî ya resen yan jî ya gelêrî ya ku bi dengbêjî, destan û stranbêjiyê gihiştiye wan. Paşê wî got, “Em hewl didin ku li gel amûrên rojhilatî, amûrên rojavayî jî bi kar bînin. Armanca me ew e ku bi vî awayî muzîka Kurdî jinûve aranje bikin. Muzîka ku me ji gel bi awayekî resen hilgirtiye, bi awayekî akademîk li bêjingê bixin û dîsa pêşkêşî gel bikin. Konservatuwara Aram Tîgran û Ma Music jî li ser vî esasî ava bûn. Her wiha li ser vî esasî jî niha perwerde dike. Perwerdehiya Ma Musîc û Zarok Mayê ya akademîk bingehê xwe ji folklora Kurdî, yanî rêûresmên muzîka Kurdî digire. Perwerdehiya me û muzîka ku em çêdikin, hewce ye paralelê hev du bin. Muzîka ku em di bin banê Ma Musicê de çêdikin, bi zaraveyên Kurdî hemûyan pêk tê û bi pirranî jî stranên gelêrî ne yên ku nehatine bihîstin û cara yekemîn dê bên aranjekirin.”

Sergoyeke muzîka Kurdî çebûye!

Şêrko Kanîwar, behsa wê yekê dike, gava li ser medyaya dîjîtal bi zimanê Ingilîzî yan jî Tirkî “muzîka kurdî” dinivîsînîn di gelek rûpelên destpêkê de tiştên gelek ecêb derdikevin ber wan û wiha pê de çû: "Sergoyekî muzîka Kurdî çêbûye mixabin. Em jî hewl didin nifşên nû, guhên ku nû digihêjin, wan dengên resen yên muzîka Kurdî bibihîsin, em wan dengên ku heta niha serdest, dixwazin bi me bidin jibîrkirin û asîmîle bikin, biparêzin û bi awayekî xweştir, bedewtir bixin xizmeta gelê xwe.”

 

Hewldana konserên kêm lê baştir

Şêrko Kanîwar got, ew wekî kom, nû tên naskirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rast e, em ji destpêka Aram Tîgranê ve, saziyeke 13 salî ne. Lê me di nava van 5 salên dawiyê de bi destpêkirina Ma Musicê hêla xwe ya performansê der xist pêş. Em ji sedî heştê saziya perwerdehiya muzîka Kurdî ne. Ji ber ku em saziya perwerdehiyê ne, em nikarin her hefte, her meh biçin konseran li dar bixin. Ji ber ku ev tercîha me bû, hêla me ya perfarmonsê bi pêş neket. Ji ber vê yekê jî konserên me kêm in û elaqedarî vê yekê jî daxwaza gel pirr e. Cara yekemîn e em li ser navê Koma Mayê konseran li dar dixin. Em ê eleqeyê jî li ser dikê bi hev re bibînin. Gelek kes dibêjin, hûn çima konseran li dar naxin. Lê wek di destpêkê de jî min got, em saziyeke perwerdehiyê ne. Gava em diçin konserekê, gelek dersên me taloq dibin, kêm dimînin. Ji ber vê yekê jî em kêm konseran li dar dixin, lê em hewl didin ku konseran baş li dar bixin. Di dîroka Koma Mayê de ev komkonsera yekem e.”

 

Dengên ji çarhêlên Kurdistanê 

Şêrko Kanîwar ji bo beşdariya li konseran bang li xelkê kir û got, “Ez dikarim vê yekê bibêjim, guhdar wê di nava van 15-20 salên dawî de li Kurdistanê û Tirkiyeyê muzîka Kurdî bi awayekî cuda bibîhîsin. Dibe ku jê hez jî nekin, jê aciz jî bibin. Lê taybetmendiya muzîka me ew e ku tu dikarî rûnê û heta dawiyê lê guhdarî bikî. Repertuwara me ya ji bo van konseran, nêzî saetek û nîvê dirêj e. Werin perwerdehiya me, hêla wê ya li ser dikê bibînin. Kêm zêde Ma Music bi perwerdehiya xwe tê naskirin. Îjar vê carê werin bibînin bê ka perwerdehiya me li ser dikê tê çi maneyê û lê guhdarî bikin. Konsera me ya destpêkê li Enqereyê ye, piştre li Stenbol û Izmîrê ye. Kerem bikin werin lê guhdarî bikin û hest û fikrên xwe bi me re parve bikin. Werin li muzîka Kurdî ya ku dê we li çar milên Kurdistanê bigerîne, guhdarî bikin.” 

Bernameya konserên Koma Ma'yê wiha ye:  

* 21'ê Çile: Enqere, Navenda Çandê ya Nazım Hikmet (19.00)

* 23'yê Çile: Stenbol, Navenda Çandê ya Barış Manço (20.30)

* 26'ê Çile: Îzmîr, Navenda Çandê ya Nazım Hikmet(20.30)

* 30-31'ê Çile û 1'ê Sibatê: Amed, Şanoya Bajêr a Amedê (20.00)

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.