Di demekê de ku li Kurdistanê û tevahiya cîhanê êrişên faşîzmê zêde bûne, rêxistinên ciwanên Kurd ên li Ewrûpayê, Tevgera Ciwanan a Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TÊKO-JIN) dest bi pêngaveke nû ya çalakiyan kirin.
Pêngavê bi şiyara "Bi hev re serhildan" dest pê kir û bang li ciwanên Kurdistanî û antî-faşîst ên li Ewropayê hate kirin.
Di daxuyaniya têkildarî mijarê de hate gotin, "Polîtîkayên qirker, asîmîlasyonê û mêtinger ên dewleta Tirk a faşîst û qirker ên li ser Kurdistanê bi rengekî barbarî didomin.
Rejîma Erdogan a faşîst ti pîvanên hiqûqî û exlaqî yên navneteweyî nas nake. Destavêtin, êşkence, kuştin, xerakirina şehîdgehan li gelê me rewa dibîne. Li gorî xeyalên 'Osmaniya nû' cihê Kurdan, cihê Kurdîtiyê li Mezopotamya û dinyayê nîne. Yekîtiya Ewropa jî li pêşberî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser gelê me bi helwesteke nedîtin û nebihîstinê tevdigere."
Bi vê wesîleyê em radigihînin ku li dijî faşîzm, mêtingerî û kapîtalîzmê dest bi pêngava 'Bi hev re serhildan' dikin."

NAVENDA NÛÇEYAN