Aktîvîsta siyasî ya Ingilîz Estella Schmid helbestek ji Rêber Abdullah Ocalan re nivîsî bi rasthatina salvegera 44’an a damezirandina PKK’ê.
Estella Schmid ji nîvê salên 1980´yî ve ji piştgirên dilsoz ên miletê Kurd e û ji nêz ve hevkariya tevgera Azadiya Kurdistanê kiriye.
Ew ji hevdamezirênerên Peace in Kurdistan Campaign (Kampanyaya Aştî li Kurdistanê; 1994). ew her wiha ji hevdamezirênerên Kurdistan Solidarity Committee (Komîteya Piştgiriya Kurdistanê; 1989) û Kurdistan Information Centre (Navenda Agahdarkirina kurdistanê 1991) jî ye.
Estella fîlozofî, dîrok û şanogerî xwendiye li Viyanayê; ew weke derhêner, hilberîner û nivîskara şanonameyan bi şanoyên li Viyana, Munchen, Berlîn, Dusseldorf, New York û Londonê xebitiye û ji 1974´an ve li Londonê dimîne.
Wergera Kurmancî ya helbesta wê li jêr e*:
Helbestek ji Abdullah Ocalan re
Te hînî min kir
ka çi bivênevê ye di jiyanê de
da ku jiyana nû heşîn bibe: ew taveke piçûçik e
divê kok û şaxên wê baş bên avdan
û teşwîq bike da ku
hêrişa xwe bi xwe bike li dijî giyayên bêkêr.
Nanê piçûçik, ê hindik ê piştgiriyê, şîareke li dijî sermê, ava sar ji bo xwînê;
hêmanên dayikî ne û nabe ku dûrî dilî
ji xwe û me re bigerin.
Li dijî melankoliyê, bawerî; li dijî
nebûna hêviyê,
dengê xelkê
yê ku pencereyên xaniyê veşartî dihejînin.
Ji bo vedîtin,
jihevderxistin
îfadekirin,
tevgeriyanê:
erkên kevnar ên şervan û azadkeran
niha dibin ferzên me
û niha lê ne û gavên me dipîvin:
ji taştê heta xewa şevê,
ji sirrê heta bi sirrê,
ji çalakiyê heta bi çalakiyê
ji jiyanê heta bi jiyanê.
* Luqman Guldivê ji Ingilîzî wergerand.