Li bajarê Ingilîstanê Liverpoolê li dijî Fûara Navneteweyî ya Çekan a ku di Cotmeha 2021´ê de wê pêk bê, xwepêşandaneke girseyî hate lidarxistin. Zêdetirî du hezar kesî beşdarî xwepêşandanê bûn. 

Kurdistanî jî bi posterên Rêber Abdullah Ocalan û alên YPJ/YPG beşdar bûn. 

Her weha gelê Filistînî û gelê Yoruba ku dixwazin ji Nîjeryayê veqetin, tevlî xwepesandanê bûn.

Partiyên demokrat û sosyalîst ên Brîtanî, sendîka û rêxistin jî beşdarî çalakiyê bûn. Serokê berê yê Partiya Kedê ya Brîtanî Jeremy Corbyn û siyasetvan Mc Donnol, Ken Loach û Maxine Peake axivîn. Axaftvanan diyar kir ku ji bo destûrdayîna fûarekê ku çekên herî nûjen, moşek û fuzeyên ku dikarin li balafirên F-35 werin siwarkirin, ji bo Liverpoolê şerma mirovahiyê ye û daxwaz kirin ku destûra fuarê bê betalkirin. Wan bang li şaredarê Liverpoolê Jo Anderson ku ji Partiya Karkeran û li meclisa şaredariyê ya bajêr jî kir da ku xwedî li berpirsariya xwe xwedî derkevin û destûra vê fûarê îptal bikin. 

Qisekeran îdîaya meclîsa şaredariya bajêr a ku dibêje, betalkirin ne desthilata wan e, li derewê qeliband. Xwepêşanderan ji bo betalkirina destûra fûarê du hefte mohlet dan şaredariya Liverpoolê. 

Yan na 12´ê Cotmehê xwepêşandaneke mezintir wê bê lidarxistin. 

Di xwepêşandanê de li ser navê gelê Kurdistanê, Ehmed Mislim axivî û got, „Dewleta Tirk li Bakur, Başûr, û li dijî Rojava û li diji Şengalê êrişên qirkirinê yên sîstematîk dike. Di serdemeke wiha de Tirkiye ji bo Ingilistanê wek welatê bazara pêşîn a çekan e. Sala 2017´an serokwezîra Ingilîstanê Teresa May ji bo piştgiriya nûjenkirina firokeyên cengî yên Tirkiyê peymaneke 100 mîlyon dolarî îmze kiribû. Tirkiye, li dijî gelê Kurd çekên teknolojîk ên herî nû, ji Ingilistan, Yekîtiya Ewrûpa û welatên din ên NATO´yê peyda dike, û bi kar tîne. 

REŞO/LIEVERPOOL