Roja Kobanê ya Cîhanê li gelek deveran hat pîrozkirin. Çend ji van cihan jî Roma, Freiburg û Sydeneyê ye.
Li paytexta Îtalya Romayê çalakger li qada Pîazza Mîrtî ya li navenda bajêr li hev kom bûn û 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin.
Çalakgeran di çarçoveya pêngava “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye” daxwaza azadiya Rêber Apo kirin.
Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê jî bi wesîleya Roja Kobanê ya Cîhanê çalakiyek hate lidarxistin. Kurdistanî û Elman tevlî çalakiyê bûn û bi qîrîn dirûşmên “Bijî Kobanê”, “Bijî Rojava”, “Elmanya fînanse dike, dewleta Tirk bombe dike”, “Bijî Serok Apo” gotin. Faşîstan xwestin çalakiyê provoke bikin, lê bi ser neketin.
Kurdistaniyên li bajarê Sydney ê Awûstralyayê tevî dostên xwe li qada Town Hallê li hev bûn. Di çalakiyê de alên YPJ, YPG’ê hatin hildan û destpêkê bi navê komîteya amadekar daxuyaniyek hate dayin. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku berxwedana Kobanê destketiya destpêkê ye ya li dijî zîhniyeta DAÎŞ’ê ya faşîst paşverû û hate gotin, “Mirovahî wê şoreşa li Rojava ti carî ji bîr neke.”
NAVENDA NÛÇEYAN