Nazke Qadir li bajaroka Çiwarqurne yê ser bi Îdareya Raperînê ji berî 10 rojan winda bûbû, cenazeyê wê li bajarokê Dukan hate dîtin.

Berdevkê Polêsên Raperînê, Şoreş Îsmaîl li ser mijarê ev agahî da: “Jina windabûyî bi navê Nazke Qadir a  47 salî piştî 10 rojan, di dema kêlandina zeviyan de, ji aliyê cotyaran ve cenazeyê wê li bajarokê Dukanê hate dîtin. Şopên êşkenceyê li ser bedena wê hebûn. Piştî şewitandinê, li dûr tê veşartin.”

Berdevkê Polêsên Raperînê, Şoreş Îsmaîl diyar ku Nazke Qadir a hatî qetilkirin, dayika 5 zarokan bûye û ji xelkê Çiwarqurneyê bûye. Piştî ku cenaze tê dîtin, keça wê bi riya ristika stûyê wê, wê nas dike. Heta niha li ser bûyerê ti kes nehatiye girtin.

ROJNEWS/RAPERÎN