Beşdarî çalakiyan bibin

Nûçeyên Dîaspora

În 17 Tîrmeh 2020 - 13:58

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li ser çalakiyên ku wê 18 û 19’ê Tîrmehê bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava ji aliyê platformên Women Defend, Înternatînalîst Commûne, Make Rojava Green Agaîn û RîseÛp4Rojava bên lidarxistin, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ”Beriya 8 salan di 19’ê Tîrmehê de bi pêşengiya jinan, şoreşa jiyana hevpar, wekhev, azadîparêz a gel û baweriyan li Rojava pêk hat.
Ne tenê Kurd, Ereb, Asûr û Tirkan, her wiha gelek enternasyonalîstên ji Ewrûpa, Emerîka, Kanada, Rojhilata Dûr û gelek parzemînan tevlî berxwedana mirovahiyê bûn û şoreşa Rojava pêk anîn.”
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku dewleta Tirk a kujer ku xwedî îdeolojiya tekperest û paşverû ye, ji bo fetisandina şoreşa jinê ya wekhev, azadîparêziyê bi her rê û rêbazên qirêj êriş dike û hate gotin,  Dewleta Tirk a dagirker hem dixwaze şoreşê bifetisîne, hem jî çeteyên mîna DAÎŞ‘ê bixe nava liv û tevgerê. Bi rêya van çeteyan dixwaze xewn û xeyalên Neo-Osmanî pêk bîne. Ev êriş hem ji bo gelên herêmê hem jî ji bo tevahiya mirovahiyê metirsiyeke mezin e. Parastina Rojava ku nirxê hevpar ê mirovahiyê ye û xwedîderketina li wê xwedîderketina li nirxên mirovahiyê ye.”
KCDK-E’yê di vê çarçoveyê de bang li her kesî kir ku 18 û 19’ê Tîrmehê tevlî çalakiyên xwedîderketina li Rojava bibin ku ji aliyê dostên enternasyonalîst ve tên lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.