Beriya bi 46 salan Leyla şehîd bû

Nûçeyên Jin

Sêşem 12 Gulan 2020 - 15:36

Li Başûrê Kurdistanê yek ji jinên Kurd ên di têkoşîna rizgariyê de pêşeng, Leyla Qasim e. Rejîma Baesê ew beriya bi 46 salan weke îrô di 1974’an de bi dar ve kir û şehîd kir. Lê ew îro jî ji pêşengên têkoşîna ji bo azadiya Kurdistanê ye.

Leyla Qasim sala 1952’an li gundê Bamêlî yê ser bi Xaneqînê li malbateke hejar û welatparêz hat dinê û roja 12’ê Gulana 1974’an ji aliyê rejîma Baas ve li Bexdayê hat bidarvekirin.

Qasim Hesen bavê Leyla, karkerê Şirketa Elwend a Refîneya Petrolê bû. Piştî ku teqawît bû, sala 1971’ê ji Xaneqînê çû Bexdayê. Êşa koçberiyê û zilma rejîmê kir ku Leyla Qasim bi bîreweriya azadîxwaziyê têbikoşe.

Piştî hilweşandina peymana 11‘ê Adarê ya sala 1970‘yî ya di navbera hikumeta Iraqê û Mela Mistefa Barzanî de, hemû hevalên Leylayê neçar man ku ji Bexdayê derkevin û biçin bajar û çiyayên Kurdistanê. Leyla biryarê dide ku li Bexdayê bimîne û têkoşîna xwe ya li dijî rejîma dîktator bidomîne. Pê re wê hewl da têkiliyê bi hevalên xwe re çêke da ku partiyê ji nû ve dûrî çavên saziyên ewlehiyê bi rêxistin bike.

Lê koma ciwanan nedikarî xebata xwe ya siyasî heta demeke dirêj dewam bike. Desthilata rejîmê 4 endamên partiyê girtin.

Şeva 24‘ê Nîsana 1974’an, hêzên bi ser rejîma Baesê dor li mala Leyla Qasim girt û ew girtin. Wan ew xist qawîşekê û serdana xizmên wê qedexe kir. Hikûmeta Baesê her cure êşkence lê kir.

Di lêpirsînê de, Komîteya Lêpirsînê ya Ewlehiyê Leyla bi teqandina çayxane, klub, cihên sînemayê û kuştina sivîlan li Iraqê sûcdar kir. Leylayê bi van gotinan bersiv da: “Ez ne sûcdar im, ez têkoşerek im, ji bo doza xwe ya rewa; doza Kurdî kar dikim, di oxira vê dozê de ez ê giyanê xwe feda bikin.”

 

Porê xwe da xwişkên xwe

Di serdana yekemîn a malbata Leylayê de, Leyla cilûbergên Kurdî û meqes ji wan dixwaze. Piştî amade dikin, tayek ji porê xwe qut dike û dide xwişkên xwe da ku şahidên têkoşîna wê bin. Ji bo cilûbergên Kurdî jî dibêje: “Piştî çend rojan ez ê bibim bûka Kurdistanê, ji ber vê yekê dixwazim ku ax min bi hemû bedewbûna xwe hembêz bike.”

Di 12‘ê Gulana 1974‘an de yan ku piştî hefteyekê ji girtinê re Leyla Qasim bêyî dadgeha qanûnî bi cilê wê yê Kurdî hat bidarvekirin û bi dengekî bilind peyva “Kurdistan” dibêje. Bi vê yekê têkoşer Leyla Qasim ji hemû jinên Kurd û tevahî gelê Kurd re dibe mînak.

Leyla li goristana Geliyê Selam ê bajarê Necef dûrî war û malbata xwe hate veşartin.

Piştî şehîdxistina Leyla Qasim, bi sedan keçên Kurdistanê navê wê rakirin. Leyla bû sembola berxwedana jinên Kurd, wêneyên wê li mal, sazî û peymangehên Kurdî hatin daliqandin. Giyanê têkoşer Leyla di berxwedana jinên Rojavayê Kurdistanê de tacîdar dibe, heta niha jinên Kurd berxwedan û têkoşîna Leyla mînak digirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.